Di saetên êvarî de li Navenda Tevgera Helwêst li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Biryarderê vê tevgerê Elî Heme Salih têkildarî gendeliya li sektora tenduristî û krîza sutemeniyê daxuyaniyeke rojnamevanî da.
Elî Heme Salih eşkere kir ku vê desthilatê destê xwe avêtiye sektora tenduristî û dermanan û got: “Desthilatê bi anîna hinek kompanya û wezîrê tenduristiyê sektor ber bi rewşeke xeternak ve kaş dike. Hinek kompanya anîne ji bo ku bibin xwedî milyon dolar. Divê kalîteya kontrolê li gel hikûmetê be, lê li gel van kompanyayane. Tiştên tên dayîna van kompanyayan bê îhale tê dayîn. Hemû îhaleyên derman û tenduristî ji bo van kampanyayan hatiye dayîn û bi dilê xwe nirxê wê bilind dikin.”
Elî Heme Salih diyar kir ku sektorên giştî jî ji bo partiyan hatine dayîn û wiha domand: “Wezareta Tenduristî navenda lêkolîn û çavdêriyê ya nexweşxaneya hikûmî daya kompanyayên kerta taybet ku temamê belgeyan li ber destê wane. Beşek ji peymanan ji bo 10 salan hatiye dayîna kompanyayan ku lêkolîna nexweşiya penceşêrê jî di nav de.”
Li aliyê din Elî Heme Salih bal kişand ser rewşa benzîn û sotemeniyê û got: “Hikûmetê benzîn daye kompanyayan. Ew 50 hezar varêlên neftê yên ji Bexda tê girtin û tê parzûnkirin û ji vê beşek ji vê ji bo Tirkiye tê şandin. Tanker û şofêrên vê diveguhêzin jî Tirkin. Niha Iraq dibêje; ‘Wan 50 hezaran bişîne, emê benzînê bi 450 dînaran peyda bikîn.”
(eh)
