Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, zext û pêkanînên Amerîkayê yên li ser welatê wê bi "senaryoyên dubare" bi nav kir û got, zext û pêkanînên berê negihiştin armancên xwe.

Eraqçî diyar kir ku Tehran amade ye bi Washingtonê re diyalogê bike, lê bi şertê ku li ser rêzdariya li hemberî hev, edalet û parastina serdestiya nîştimanî be. Her wiha îşaret kir ku Îran ji dorpêça aborî natirse

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir ku çareseriyên nû yên DYA‘yê ku bi Îranê re bide û bistîne nînin û got, vegera li siyaseta gefxwarin û zextê dê helwesta Tehranê nede guhertin.