Tevî gelek xeterî û metirsî li ser statûya Herêma Kurdistanê jî heye, nêzîkî 2 sale li ser hilbijartina Herêma Kurdistanê re jî boriye; heta niha hikûmet nehatiye avakirin. Parlamento ne aktîfe. Ev yek raste rast bandorê li ser civakê û jiyana xelkê herêmê dike. Dîsa navûdengê Herêmê ji derve jî lewaz kiriye. Çalakvanê Civaka Sivîl Aram Cemal li ser van mijaran bi ajansa me Rojnewsê re axivî.
Çalakvan Aram Cemal ne pir xerîb bû ku rewşa îro ya desthilata herêmê neyê çaverêkirin û got: “Ji ber ku eger di aliyê yasayî jî de jî lê binêrîn, çareseriyeke ji bo vê rewşê nîne. Di demekê de hêz nikarin ji sedî 51 kom bike. Piştî vê wê çi rû bide? Gelo wê hilbijartina pêşwext bê kirin an na? Li gorî yasaya hejmara 1 a sala 1992’an hatî sererastkirin, 7 caran hatiye sererastkirin. Hizra wê çendê nekiriye ku eger hikûmet neyê avakirin wê çi bê kirin. Dema ku PDK û YNK li hev nekin êdî dikeve ser meyla wan ka wê çi bikin.”
Aram Cemal diyar kir ku li Herêma Kurdistanê destûra bingehîn nîne û wiha domand: “Ne jî dadgeha destûrî heye. Berpirsyariyek ji bo paşketina avakirina hikûmetê jî nîne. Li Herêma Kurdistanê valatiya yasayî heye, beşek ji pirsgirêkan jî eve. Li aliyê din PDK û YNK negihiştine wê yekê ku berjewendiyên herdu aliyan têde hebe. Ji bo wê hikûmet nehatiye avakirin. Ev herdu partî ti demê hilbijartinê nakin ku bizanin berjewendiyên herdu aliyan têde be.”

Çalakvan Aram Cemal rexne li PDK’ê û YNK’ê kir ku xwe li ser yasayê re dibîne û got: “Eger destûra bingehîn jî hebe. Pêwîste bizanîn ev du hêz çend demokratin an jî ya xwe ferz dikin. Baweriya min bi wê yekê heye ku ev her du hêz divê êdî di vê serdemê de nemînin. Xelk desthilatdar bin. Ev bi hişmendiya çiya kar dikin, ne yê wê çendê ne ku civak bidin destê wan. Gotinên ji bo parastina statûya herêmê jî dikin, ne rastin tenê dixwazin li ser hikûm bimînin.”
Aram Cemal destnîşan kir ku divê ezmûneke demokrasî hebûna heta ku civaka navneteweyî çav li wan bikira û wiha pêdê çû: “Ne weke hêzên ku xwe li ser dadgehê re dibînin. Ev her du hêz dixwazin li ser desthilatê bimînin, tenê hikûm li taxekê jî bike. Ji ber ku ew desthilatxwazin. Van herdu hêzan modela partiyan jî nehiştiye. Tenê kar li ser malbatî dikin. Ev rewş ber bi teqînê ve diçe, ji ber ku çîna dewlemend û hejar maye.”
Herî dawî jî Aram Cemal ev got: “Ev herdu hêz qebûl nakin ku winda kirine, baweriya wan bi demokrasiyê nîne. Ev yek jî nîşaneya wê yekê ye ku baweriya civaka navneteweyî bi Herêmê nemaye û ne di xema wan de ye. Çareserî ewe ku kesên rewşenbîr, zana û rûspî bi hev re kar bikin, pilana desthilatê ya ji bo dewlemendan nehêlin.”
(eh)
