Melayekê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê gotarek belav kiriye û tê de heqaret li civaka Êzidî kiriye. Mamosteyê Olî Nadir Elî ku li Mizgefta Reşîd ya Silêmaniyê xutbeyan dide, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî;

Nadir Elî da zanîn ku wê di pêşerojê de gotinên nefret û heqaretê werin qedexekirin û got; “Em hemû ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin. Her olek xwedî pîrozî û taybetmendiyên xwe ye. Îslam rave dike ka mirov çawa bi olên cûda re mijûl dibe. Mamosteyên olî divê êrişî mirov û olên din nekin. Ev cûre tundrewî çandek biyanî ye. Di ola pîroz a Îslamê de tundrewî tune ye. Mamosteyê olî her tim aram û serbixwe ye û aştî û yekîtî hilbijartiye. Pêxemberê Îslamê bawermendên olên din wekî bira binav dike. Ev êriş û gefên li dijî ola Êzîdî û olên din zemînê ji bo êrişên li ser wan amade dikin.”

Mamostayê Olî Nadir Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Îslam pêwîstî bi axaftinên bi vî rengî nîne. Her kesê ku ne pispor be, bila ji pisporan bipirse. Ez ji mamosteyên olî dixwazim ku li hember axaftina bi navê Îslamê bêdeng nemînin û divê pêşî li axaftinên bi vî rengî were girtin.”

(wd)