Serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz, derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê û rêxistinkirina çekên komên çekdar de, di hevpeyvînek ya bi televizyonek Iraqê re agahî parvekirin.
Falih Feyaz ragihand ku derketina hêzên Amerîkayê ji derveyî welat, ji bo her kesekî niştimanperwer ê ku daxwaza aramiya Iraqê dike, cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Her wiha diyar kir ku qonaxa piştî vekişînê, pêwîstî bi rêxistinkirina nû ya peywendiyan ligel welatên cîhanê heye, bi şêwazekî ku xizmeta berjewendiyên bilind ên niştimanî bike.
Feyaz destnîşankir ku çareserkirina dosyaya rêxistinkirina çekan bi rêya çalakiyên leşkerî xizmeta aramiya welat nake û bi tu awayî bîr lê nayê kirin. FEyaz got ku Iraq dê derbasî qonaxeke aramiya siyasî û ewlehî bibe, ku di encamê de çek dê tenê di destê dewletê de bin.
Serokê Desteya Heşdî Şeebî ragihand ku ew rûbirûbûnên ewlehî û aborî yên ku niha Iraq tê de derbas dibe, derfetekin ji bo destpêkirina serdemeke nû û got; ‘‘Cudahî di helwestên siyasî de nayê wateya hilbijartina şer an dijminatiyê ligel tu aliyekî. Dosyaya rêxistinkirina çekan jî dê bi rêyeke wisa were çareserkirin ku aramiya welat mîsoger bike, bêyî ku serî li vebijarkên leşkerî were danîn.’’
Derbarê gote goteyên dûrxistina wî ya ji erka wî de jî, Feyaz teqez kir ku tu kes nikare wî ji erka wî dûr bixe, ji bilî fermandarê giştî yê hêzên çekdar.
Hêjayî gotinê ye 30'ê Îlona îsal dema dawî ye ji bo rêxistinkirina çekên komên çekdar, her wiha ji bo vekişîna hêzên hevpeymanan ji Iraqê. Lê belê heta niha beşek ji koman radestkirina çekan red dikin.
