SECAD BEYATÎ-BABIL Derhêner Zulfeqar Muteyrî yê ji bajarê Babelê diyar kir ku wî biryar daye berê xwe bide çêkirina filmên kurt, ji ber ku filmên kurt rêya her herî bilez û bi bandorin ji bo gihandina peyamên mirovî. Derhêner Zulfeqar Muteyrî têkildarî gihandina peyamên filman ji bo bîneran, şêwazê bandora sînemayê û filmê xwe yê nû ji ajansa me re axivî. Zulfeqar Muteyrî ragihand ku wî filmekî bi navê ‘Hişyar’ amade kiriye û got; "Ev film ne tenê çîroka kesekî ye, ev film nîşandana êşên nifşekî ye ku ji ber encamên şer, mayînên çandî û karesatên mirovî dinalin." Muteyrî got ku aktorê filmê wî, parçeyek ji laşê xwe û çend endamên malbata xwe winda kiriye, lê tevî vê karesatê jî teslîm nebûye, belku vê rewşê ji bo xwe kiriye hêzek daku di jiyanê de berdewam bibe û xizmeta mirovên din bike. Derhêner Muteyrî destnîşan kir ku film tenê behsa çîroka kesekî ku di warê pûçkirina mayînan de dixebite nake, belku balê dikişîne ser hêza mirov a ji bo guhertina êşan ber bi peyameke tije hêvî û rizgarkirina mirovên din. Muteyrî behsa girîngiya filman kir û got; ‘‘Belgekirina bîranînên qurbaniyên mayînan, danasîna wan metirsiyên ku hîn jî li gelek herêman gefê li jiyana sivîlan dixwin û nîşandana hewldanên bêdeng ên xebatkarên warê pûçkirina mayînan ku ji bo rizgarkirina jiyana mirovan canê xwe datînin holê, xalên giring ên filmin.’’ Derhêner tekez kir ku armanca sereke ya çêkirina vî filmî, gihandina dengê van lehengan ya ji bo raya giştî ya navneteweyî ye. Her wiha diyarkir ku ew dixwaze bi vê yekê hişyariya civakê ya li ser metirsiyên mayînan bilind bike û piştgiriyeke zêdetir ji bo parastina sivîlan bide avakirin. Herî dawî derhêner Zulfeqar bal kişand ser biryara xwe ya liser çêkirina filmên kurt û got; ‘‘Ev şêwaz rêya herî bilez û bi bandore ji bo gihandina peyamên mirovî ji bo bîneran, her wiha xerca filmên kurt ji karên sînemayî yên dirêj pir kêmtire.’’ Hêjayî gotinê ye aktorê film, Hoşyar Elî ku niştecihê parêzgeha Helebceyê ye, ev 33 salin di warê berhevkirin û pûçkirina mayîn û teqemeniyan de dixebite. Ev teqemenî bi giştî li herêmên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî li sînorê Helebceyê, di dema şerê navbera Îran û Iraqê (1980-1988) de hatine çandin. Hoşyar Elî ji bo parastina jiyana mirovan canê xwe xistiye metirsiyê û di vê rêyê de her du lingên xwe winda kirine.