Qonaxên guhertina demografiyê di warê zanistî de
Di ware zanistî de, guhertina demografî bi rêya kirîn û firotina mal û milkê di çend qonaxên li pey hev re derbas dibe:
Lewaziya aboriya destpêkê ye, ji ber qeyrana darayî yan lewaziya dabînkirina debara niştecihên resen, erd û zevî dixin bazarê û sermayedariya navdewletî yan navxweyî vê firsendê ji bo kirîna milkan bi bihayekî guncaw bikartînin.
Bêguman ev pêvajo dibe sedema bilindbûna ji nişka ve ya bihayê xaniyan, enflasyon û giranî ku di aboriyê de bi ‘pêşvebirina çînayetiya navçeyan’ tê naskirin û ew rewş jî dike ku niştecihên resen hêza menewiya wan nemîne û neçar bibin koçî nav bajaran yan navçeyên din bibin. Ji ber wê jî ew valahiya ku çêbûye, bi xwediyên nû yên milkan tê tije kirin û nexşeya demografî tê guhertin.
Rehendên cîhanî yên vê diyardeyê
Ji bo têgihîştina qasiya bandorên vê diyardeyê, mirov dikare li çend ezmûnên cîhanî binêre ku demografya û çanda wan hatiye guhertin:
Li parzemîna Afrîkayê bi mîlyonan hektar erdên çandiniyê ji welatên dewlemend û şîrketên Çîn û Hindistanê re hatine firotin. Encama vê yekê derxistina cotkarên navxweyî, tunebûna çanda çandiniya kevneşopî û serhildana pêlên koçberiya bikom bûye.
Dîsa daristanên Amazonê (Amerîkaya Latîn) ku rûberên berfireh ên daristanan ji şîrketên çandinî û madenê re hatine firotin, bûye sedema têkdana jîngeha hozên resen û koçberkirina wan. Her wiha têkçûna ziman û kevneşopiyên wan navçeyan.
Giravên Okyanûsa Pasîfîk û Ewropa (wek Hawayî, Îspanya û Yewnan) jî yek ji wan deveranin ku firotina erdên kenar avê ji geştyar û sermayedaran re bûye sedem ku asta niştecihên biyanî zêdetir bibin. Asta debarê bi vî rengî bilind bûye ku xelkê resen nikarin di erdên xwe de jiyan bikin.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê jî, vekirina bazarê û nermkirina yasan bû sedem ku şîrketên pirneteweyî kontrola erdên bi bereket ên Ûkrayna û Romanyayê bixin destê xwe. Ev jî bûye sedema kêmbûna cotkarên serbixwe û koçberbûna ciwanan.
Rewşa Iraq û Herêmê di nav vê diyardeyê de
-Dema em vê modela cîhanî bi rewşa li vir re berhev dikin, du cureyên guhertinên sereke tên dîtin:
Guhertina plansazkirî û siyasî (navçeyên veqetandî) ku di mînakên navçeyên wekî Kerkûk, Xaneqîn û Mexmûrê de tê dîtin, her wiha şêwaza firotin û desteserkirina erdan zêdetir rehendeke siyasî û ewlehî jî heye (wekî siyaseta erebkirina di demborî û îro de).
-Li Herêma Kurdistanê guhertina aborî û bazara azad:
Kirîna milkan ji aliyê welatiyên Erebên navîn û başûrê Iraqê ve zêdetir xwedî xwezayeke bazirganî û sermayedarî ye. Gandina li pey îstîkrara ewlehî û firsendên veberhênanê sedema sereke ye. Lê her çend palderê siyasî yê rasterast li piştê nabe jî, lê heman bandora demdirêj li ser demografya bajaran heye.
Wek encam
Diyardeya firotina erdan bi rêjeyeke berfireh ne tenê tevgerek bazirganî ya demkurte, ew pêvajoyeke bibandor a ku nexşeya demografî û nasnameya çandî ya navçeyan ji nû ve şêwe dide ye.
Ezmûnên cîhanî û navxweyî ji me re dibêjin; bêyî hebûna yasayên tund û birêkûpêk ji bo parastina xwedîtiya erdan û rêgirtina li desteserkirina sermayeyê, dê pêkhateyên resen her dem li ber metirsiya lewazbûn û windakirina warê xwe ne. Ji ber wê yekê parastina erdan di bingeh de, parastina menewîbûn û çandê ye.
(fk)
