Roja 26’ê Sibata 2026’an bi destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê re û girtina Tengava Hurmizê bi giştî welatên kendavê yên di warê enerjiyê de dewlemend rû bi rûyê kirîzên hinardekirina neftê bûn a bi rêya Tengava Hurmizê. Bi taybet Iraq a çavkaniyeke mezin a neftê ye. Ji ber van astengiyên li pêşiya hinardekirina neftê aboriya Iraqê têk çû.
Li ser vê yekê Iraq neçar ma ku rêyeke alternatîf bigere. Ji vana jî Xeta Ceyhan a Tirkiye, Rêya Pêşketinê, Banyas a Sûriye û Eqbeya Urdinê ye. Gelo wê ev rê dikarin bibin alternatîfa Tengava Hurmizê ji bo Iraqê an na? Emê di vê dosyaya xwe de vê mijarê vekin.
Xeta Ceyhan û Rêya Pêşketinê
Sala 1973’an Iraq û Tirkiye li ser avakirina xeteke enerjiyê boriya Ceyhan peymanek îmze kir. Ev proje sala 1976’an temam bû û sala 1977’an yekem karwanê neftê bi rêya vê boriyê gihişte derve.
Tevî nakokiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya çend salên borî ya li ser hinardekirina neftê ya birêya vê boriyê, niha nefta Herêma Kurdistanê û Kerkûkê Iraq nêzîkî 650 hezar varêl di rojekê de veguhêze. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiye Alarslan Bayraktar ragihand ku xeta boriyê dikare di rojekê de 1,5 milyon varêl veguhêze.
Lê ev rê wê 28’ê vê mehê bi dawî bê û Tirkiye balê dikişîne ser wê yekê ku divê ev rêje ji bo 1,5 milyon varêl bê zêdekirin. Li aliyê din, rayedarên Iraqî destnîşan dikin ku peyman divê bi daxwaza Iraqê be û çarenûsa neftê bi temamî radestî Tirkiye neyê kirin.
Roja 3’yê Tîrmeha 2026’an Sekreterê Emnûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihandibû ku li Enqerê Hikûmeta Iraqê û Tirkiye li ser protokoleke demkî li hevkiriye ji bo piştrastbûna domandina hinardekirina nefta Iraqê ya bi nefta Herêma Kurdistanê re bi rêya boriya nefta Herêma Kuridstanê-Ceyhanê bê şandin.
Têkildarî rêya pêşketinê ya roja 23’yê Nîsana 2024’an li Bexdayê lihevkirina di navbera Iraq, Tirkiye, Qeter û Îmaratê de hate îmzekirin. Armanca vê lihevkirinê ew bû ku rêyeke mezin a bazirganî û veguhestinê ya ji Besra dirêj bibe heta Ewropayê bû. Her çende aliyên esasî Iraq û Tirkiye be jî, Qeter û Îmrat jî piştgiriya vê dikir.
Proje pêk tê ji xeteke rêya hesin ango trenê ku ji 1200 kîlometreyan a bi lez pêk tê. Kendava Ereban bi rêya Tirkiyeyê bi Ewropayê ve bide girêdan. Di vê çarçoveya projeyê de biryare xeta nû li Deriyê Sînorî yê Tirkiye-Herêma Kurdistanê ‘ji Ovakkoyê ber bi Nînowa, ji wir jî ber bi Bexda, Necef, Dîwaniye û Nasiriyê heta digihêje Besrayê’ ava bike. Xetên berê jî bên nûjenkirin.
Xerciya vê projeyê nêzîkî 17 milyar dolare. Li gorî guherîn û veguherînan jî dibe xerciya wê bigihêje 20 milyar dolar. Di sala 2028’an de wê dest bi projeyê bê kirin û temambûna wê jî wê bigihêje sala 2050’iyê.
Her çende proje tenê neftê li xwe nagire, lê dikare ew rêya trenê ya tê çêkirin ew barên giran ên weke neftê jî li xwe bigrin. Her wiha di nîqaşên stratejîk de qala wê yekê tê kirin ku wê di qonaxên bê de, zeviyên dikevin rexê vê rêyê ji bo xetên veguhestina gaza xwezayî yan xetên elektirîkê ya di navbera Iraq û welatên Kendav, Tirkiye û Ewropayê de jî bê bikaranîn.
Di dema nêzîk û niha de ev proje nabe alternatîfa Tengava Hurmizê ji bo Iraqê. Ji ber ku hê jî lihevkirin li ser kaxeze û di rastiyê de li ser erdê ti gavek ji bo vê nehatiye avêtin.
Yek ji rêyên din jî rêya bi ser Tirkiyeyê re ye. Rêya veguhestinê ya bi Deriyê Rebîayê re ye ku li ser Rojava re diçe Tirkiyeyê ye û ji wir jî diçe Bendera Ceyhanê û bazara Ewropayê ye. Lê ev rê, ji bo veguhestina neftê zêde guncav nayê dîtin. Ji ber hem xerciya wê zêde ye, hem rêya pêşketin û boriya nefta ya Herêmê ya diçe Ceyhanê heye.
Xeta Besra ya diçe Eqîbe
Ev xet her çendî tenê weke gotegotekê qala wê tê kirin jî, hê ti peyman li ser nehatiye îmzekirin. Neft ji Besra ji bo Hedîse û ji wir jî diçe Enbar û ji wir jî diçe Urdin; ji wir jî digihêje Bendera Eqbe ya li ser Deryaya Sor.
Eger li ser vê xetê lihevkirinek çêbibe, hêza hinardekirina milyoneke varêl heye di rojekê de. Beşek ji hinardekirina nefta Iraqê pêk tîne.
Di serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya ji bo Amerîkayê de bi Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî re civiya û li ser bicihanîna projeya neftê ya Besra-Eqîbeyê nîqaş hate kirin.
Xeta Banyas li ser rûpelê lihevkirinê
Piştî şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê Iraq neçar ma ku bi rêya tankeran neftê ji Deriyê Rebîe û Hedîse nihardeyî Bendera Banyasê ya Sûriye bike û ji wir jî veguhêze bazara cîhanê.
Niha Iraq rojane 900 heta 1000 tanker ku dike nêzîkî 50 hezar varêl vediguhêze Bendera Banyasê. Lê rêjeye pir kêmtire ku Iraq derdixe.
Her çende xeta borî ya Kerkûk-Banyas bi dirêjiya 800 kîlometre heye û sala 1952’an ji aliyê Kompanya Neftê ya Iraqê ve hatiye avakirin. Lê gelek caran ji ber şer di sala 1972 û 2003’an hate bombebarankirin yan jî ziyaneke mezin gihiştê. Niha ji bo veguhestina netê nayê bikaranîn û pêwîstî bi nûjenkirinê heye.
Bi armanca nûjenkirina boriyê 18’ê Tîrmeha 2026’an li Amerîka Serokê Bicihanîna Kompanyaya Neftê ya Besra Besam Ebdulkerîm Nasir bi nûnertiya Iraqê her wiha Serokê Bichanînê ya Kompanyaya Neftê ya Sûriye Yusif Qebelî ji bo destpêkirina kar a ji bo boriya nefta Kerkûk-Banyasê peymanek îmze kir.
Nûjenkirina wê ji aliyê kompanyaya Amerîka Chevron û TI Capital û kompanya UCC a Qeterê û Kompanyaya navxwe ya Iraqê wê bê çêkirin. Ji bo nûjenkirinê pêwîstî bi du sê salan heye û xerciya wê jî 4,5 heta 10 milyar dolarî heye. Ji ber ku temamê rawestgehên neftê û astengiyên ewlehî û darayî yên li herêmê evqas xercî pêwîst dike.
Eger bê nûjenkirin jî rêjeya hinardekirina neftê ya di rojekê de digihêje 700 hezar varêlî.
Gelo wê ew xet bibin alternatîfa Tengava Hurmizê an na?
Tengava Hurmizê şahdemara serekî ya aboriya Iraqê ye, rojane Iraq 3,3 heta 3,5 milyon varêl neft bi rêya wê hinarde dike ji bo derve. Ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ev vebijêrka Iraqê hatiye girtin ku zêdetirî ji sedî 90-95’an hinardekirina nefta Iraqê bi vê rêyê digihêje bazara cîhan û bi taybet Asyayê.
Weke encam dema bi rêya van hemû boriyan Iraq dikare di rojekê de 2 û 2,5 milyon valêr neft bixe bazara cîhanê, ev rêje 1 milyon kêmtire ku di Tengava Hurmizê re tê şandin.
Li gorî vê her sê proje, xerciyeke pir mezin û demeke dirêj dixwaze ji bo temambûna wê. Nabe alternatîf ji bo Tengava Hurmizê. Dibe beşek dahata nefta Iraqê bidest bixe. Li aliyê din çarenûsa siberoja Iraqê girêdayî dabûna şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê û vekirina Tengava Hurmizê ve girêdayî ye.
(eh)
