Di demekê de Bexda vê gavê weke ‘Hevpariyeke bingihîn ji bo pêşketinê’ pênase bike jî, dijminên hikûmetê jî guman li mijarê dinêrin û weke ‘lihevhatina serweriya aboriyê’ binav dikin.
Bendên ku di nexşerêya Bexda-Washingtonê de cih digirin
Li gorî ew agahiyên hevpeyvîna Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya li gel Tora IMI û Televîzyona Sky News, eşkere bû ku ejandayên nû yên hevkariya di navbera Iraq û Amerîka sê xetên bingehîn li xwe digirin û li gorî vê;
Sektora Enerjî û neftê: Dayîna destûrê û îmzekirina peymanên mezin ya bi kompanyayên mezin ên Amerîkayê ên weke ‘Chevron, Halliburton û HKN re ku bi armanca girîngîdayîna bîrên nû.
Forma enerjî û Geşepêdanê: Projeyeke stratejî ye ku di qonaxa yekem de 500 hezar varêl neft rojane destpê dike û wê di qonaxa siberojê de jî di rojekê de 2 milyon varêl neft bê derxistin. Li gorî vê neft şahdemarê aboriyê ya welate. Ev pêşketin tê wê wateyê ku nêzîkî nîvê hemû dahata neteweyî ya Iraqê dikeve bin kontrola Amerîkayê.
Teknolojî û Têkilî: Bi projeya Starlînk SpaceX re lihevkirin ku bi armanca li Iraqê di jêrxana înternetê de şoreşekê bikin.
Nêrîna navendên cîhanî
Navendên lêkolînê ya navneteweyî girîngiyeke mezin didin vê mijarê û balê dikişînin ser aliyê wê yên veşartî. Li gorî Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) rêveberiya Donald Trump hêviyeke mezin ji Zeydî heye. Ji ber ku weke keseke bazirgan lê dinêre ku sûdê jê bistînin. Armanca serekî ya Washington ewe ku destê Îran û Çînê ji sektora aborî ya Iraqê qut bike.
Li gorî daneyên Saziya Carbon Tracker, Iraq yek ji welatê herî zêde aboriya xwe li ser neftê (ji sedî 90’ê dahata wê pêktîne) ye. Ji bo wê radestkirina ewqasî neftê ya ji bo Amerîkayê, welat dixe nava paşketineke aborî ya kronîk.
Astengiya OPEC’ê û ceribandina dîplomasiya enerjiyê
Yek ji xalên herî hesas di vê rewşê de bi pabendbûnên Iraqê yên bi OPEC’ê ve girêdayî ye. Iraq niha di bin sîstemeke kota ya tund ya hilberînê da ye ji bo ku rawestandina hevsengiya bihayan. Pisporên bazara enerjiyê destnîşan dikin ku, “Hewla Elî Zeydî ya ji bo zêdekirina hilberînê bo heft milyon bermîl di rojê de, ji bo razîkirina şîrketên Amerîkî ye ku Iraq bi zexta rasterast ya OPEC’ê re rûbirû ye. Îşaretkirina Zeydî li ser îhtîmala vekişîna Iraqê an jî nirxandina endametiya OPEC’ê (wek gavên berê yên Îmaratê) ji bo dîplomasiya enerjiyê ya Iraqê dê ceribandinek dijwar be.
Pêşketin an astengiyên darayî?
Pisporên aborî li ser encamên vê biryarê bûne du eniyên li dijî hev. Beşek ji wan wekî piştgiriya hikûmetê, di wê baweriyê de ne ku şîrketên mîna Chevron û Halliburton dê şewitandina gazê bi dawî bikin û wê veguherînin elektrîkê. Ew her weha projeya Starlink wekî bazdaneke modern di pêşxistina aboriya dîjîtal ya Iraqê de binav dikin.
Hinekên din jî ku ji rexnegiran pêk tê, hişyarî didin ku para petrolê (500 hezar heta 2 milyon bermîl) bi fona ku ji derve tê serdestkirin ve were girêdan. Biryarên darayî Iraqê dixin bin destê biyaniyan. Ji ber ku ew bawer dikin ku para şêr ji qezencê dê biçe aliyê Amerîkayê, Iraqê bi paşketina darayî û barekî deynî ji bo nifşên pêşerojê dihêle.
(wd)
