PÊNCIWÊN-ROJNEWS
Bi mamê Ebdullah re bi rêyeke zehmet û axîn hilkişiyan lûtkeyên çiyayên bidar û hişînahî ji bo çinîna Gezoyên xwezayî ya li çiyayan. Îsal rêjeyak zêde Gezo li vê herêmê şîn bûne. Welatiyên vê herêmê bi rêjeyek ber biçav Gezo çêdikin. Gezo hem bi hişkî û dims jê tê çêkirin.
Ji ber erdnîgariya herêma Pênciwên xwedî daristanên xwezayî ne. Bi sedan cûrên cuda yên daran li van daristanan hehne. Îsal ji bo berhemanîna Gozo cuda ye, îsal rêjeyek baş şîn bûye. Welatî bi armanca berhevkirina Gozo û Mazî diçin daristanan.
Şêniyê gundê Kulawî ya ser bi navçeya Pênciwên Ebdullah Hesen têkildarî berhevkirina Gezo û Mazî ji ajansa me Rojnewsê re axivî.
Mam Ebdullah Hesen anî ziman ku ew darên ku Gezo li ser pel û çiqên wan hene, diwerînîn û got: “Piştre gurz bi gurz 4 rojan li ber rojê radixîn ji bo hişk bibe. Piştre bi alîkariya darekê pelan ji çiqan diwerînin û hûr dikîn, heta Gezo diwere. Piştre jî pelan û Gezoyan bi rêya safînkekê ji hev cuda dikîn. Heman demê ji bilî Gezoya hişk, dimsê jî ji gezoyê çêdikîn.”
Mam Ebdullah Hesen destnîşan kir ku îsal li gorî salên din li herêmê Gezo pir zêde bûye û wiha domand: “Niha werza Havînê ye û Gezoya vê werzê pir bi tam û xweşe. Li aliyê din li vê herêmê dimsê ji Şeko tê çêkirin. Ev jî berhemeke xwezayî û tamake xwe ya taybet heye.”
Mam Ebdullah Hesen da xuyakirin ku kezaxtina darê ji bo wê pir başe û dihêle reh û qurmê wê xurt û bi hêz bibe û got: “Herî zêde dara mazî ji bo berhemanîna Gezû başe.”
Gezû yek jî berhemên navdar ya Kurdî ye ku sibehan bi nîvişk tê xwarin. Werza havînê li ser çiq û pelên dara Mazî Gezû çêdibe. Xelkê herêmê jî diçine çiyan û Gezoyan li ser wan çiq û pelan dihilberîne.
(eh)
