Heftiyeke nirxê hemû cûreyên benzînê li Herêma Kurdistanê bilind bûye. Li gel ku bajar heta bajarê din nirxê sotemeniyê tê guhertin jî, lê bi giştî giranbûna nirxê benzînê raste rast bandorê li ser jiyana welatiyan çêkiriye. Şofêr û xwediyên benzînxaneyên li sînorê Ranya têkildarî mijarê nerazîbûnên xwe bi rêya Rojnews’ê anîn ziman.
Şofêrek yê pasên biçûk Emîr Ebdula ku li navbera bajarokê Ranya û Hacî Awayê nefer digihîne, wiha li ser mijarê axivî: “Nirxê benzînê pir giran bûye, rêwî kêmin û bi pereyekî kêm diçin Hac Awayê û vedigerin. Em ji qasiya pereyê ku qezenc dikin zêdetir xerc dikin. Wek mînak ger di çûyin û hatinekê de 10 hezar dînaran qezenc bikin, divê em 15 hezar dînaran bidin benzînê ku ev yek li ser milê şofêran pir giran dibe.”
Emîr Ebdula diyar kir ku ew jî neçarin ku kirêya çûyin û hatina rêwiyan zêde bikin û wiha domand: “Niha dîtina benzînê jî pir zehmet bûye. Divê çar heta pênc saetan di rêza benzîna hikûmî de bisekinin. Benzîna wan jî ne başe, kalîteya wê xirabe û zirarê dide wesayîta me. Ji ber vê yekê, em bi neçarî diçin benzîna giran dikirin ku ew jî roj bi roj girantir dibe.”
Hesen Qadir ku şofêrek yê taksiyê ye, li ser heman mijarê fikar û nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha axivî: “Nirxê benzînê pir zêde bûye, em nizanin ka emê çawa kar bikin. Vê yekê bandorek mezin li ser şofêran kiriye. Ger wisa berdewam bike, em kar nekin baştire. Sûcê hikûmetê ye ku nirxê benzînê bi vî awayî bilind bûye. Rojane 50 hezar bermîl ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê şandin, lê kes nizane ka diçe ku derê.”
Welatiyê bi navê Star Resûl diyar kir ku ger li rewşa jiyana xelkê binêrin, giraniya benzînê rastî bargiraniyek mezin li ser çêkiriye û got: “Beşek ji welatiyên vê herêmê wek karkerekî ne û heqdestê wan ê rojane nayê dayîn. Hikûmeta Herêmê mûçeyan di dema xwe de belav nake, nirxê benzînê roj bi roj girantir dibe û mixabin niha nirxê gazê jî li ser zêde bûye. Hikûmeta Herêmê nekariye kontrola bazarê bike û plan û bernameyeke wê ya baş ji bo rêkxistina bazarê nîne.”
Xwediyê benzînxaneyekê berpirsyariya giranbûna benzînê dixe stûyê hikûmetê û diyar kir ku sedema bilindbûna nirxê benzînê tenê hikûmet e, tevî ku rojane 50 hezar bermîl ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê şandin daku Herêm bi nirxê 450 dînaran dabeş bike, lê hikûmet rêjeyek kêm daxilî bazarê dike û bi nirxekî xeyalî difroşe.
Xwediyê benzînxaneyekê Hoşmend Mihemed jî li ser heman mijarê got: “Giranbûna benzînê bandoreke rasterast li ser benzînxaneyan dike û rêjeya firotinê ji bo nîva berê dadikeve. Welatî nikarin wê qasiya ku pêwîstiya wan pê heye bikirin. Ger berê 20 lître kirîban, niha 10 lître benzînê dikirin.”
Hoşmend Mihemed da zanîn ku her ku diçe nirxê benzînê bilindtir dibe û tenê di nava 24 saetan de 100 dînar bilind bûye û got: “Divê hikûmet daxwaz bike ku rêjeya benzînê ji aliyê hikûmeta navendî ve were zêdekirin an jî ji derve benzîn were hawîrdekirin da ku nirxê wê dakeve.”
(fk)




