Li Herêma Kurdistanê roj bi roj çêkirina yekeyên niştecihbûnê zêde dibe. Lê çêkirina van yekeyên niştecihbûnê nekarîne krîza niştecihbûnê ya li Herêma Kurdistanê çareser bike. Tenê cûdahiya çînên civakê nîşan daye. Di derbarê mijarê de Serokê Komeleya Kirênişînên Herêma Kurdistanê Berhem Serdar û Parlamenter Ciwanro Mihemed ji ajansa me re axivîn.
Her ku diçe avahî û yekeyên niştecihbûnê li Herêma Kurdistanê ber bi asîman ve bilind dibin. Her roj jî li bajarekî cûda bazirgan projeyên nû radigihîn. Lê li beramber de jî welatiyên kêmderamet (hejar) ji ber giraniya nirxan û dayîna pereyek zêde yê pêşîn, nekarîne sûd ji van projeyan bibînin û roj bi roj jî rêjeya kirênişînan zêdetir dibe.
Li gor amarên nefermî yên Desteya Bazirganiyê, destûr bi zêdetirî 250 hezar yekeyên niştecihbûnê hatiye dayîn. Ev ji bilî amarên Wezareta Avedaniyê û welatiyên ku bi xwe yekeyên niştecihbûnê avakirine ye. Lê giraniya nirxê wan ji 80 hezar dolaran ber bi jor ve despê dike.
Li gor gotina Serokê Komeleya Kirênişînên Herêma Kurdistanê Berhem Serdar, ev projeyên niştecihbûnê yên li Herêma Kurdistanê ti sud negihandine çîna hejar.

Berhem Serdar diyar kir ku pereyê pêşîn û deynê mehane ewqas zêde ne ku hejar nikarin bidin.
Berhem Serdar eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê nêzî 200 hezar kirênişîn hene û got: “Ev rêje wê yekê nîşan dide ku ev projeyên niştecihbûnê ne ji bo kesên kêm derfetin. Em daxwazê ji hikûmeta Herêmê dikîn ku ew deynên zêde û giraniya nirxên van yekeyan kêm bike daku welatî bikarin sûd jê wergirin.”
Di dewamê de Berhem Serdar got: “Pêwîste hikûmet bi xwe yekeyên niştecihbûnê çêke û bi nirxek guncaw û deynek kêm bide welatiyan. Kesên ku van daîreyane dikirin, Ereb û kesên dewlemendin. Ji sala 2006’an ve 15 caran kirêya xaniyan hatiye zêdekirin. Beşek zêde ya van projeyan tenê ji bo reklamê ne, xizmetguzariyên ku qala wan tên kirin ne wisanin. Pêwîste bi rêya yasayê werin sererastkirin. Pêwîste yasaya hejmar 7 a sala 2008’an were sererastkirin ku heta niha hatiye paşguhxistin. Li gor wê yasayê tedbîrên guncaw ji bo kirêya xaniyan didayne.”
Parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistanê Ciwanro Mihemed jî di derbarê mijarê de axivî û got: “Ji ber yasayek xirab ya weberhênanê li Herêma Kurdistanê heye, derfet dide ku weberhênan tişta li gor berîka wan digunce pêkbînin. Beşek ji projeyan ji ber bikaranîna yasayê pêngavên xirab avêtine. Pêwîste yasayek bê amadekirin ku li gel mezinbûna bajêr û dizayna bajêr de bigunce. Nabe her bazirganek li gor daxwaza dilê xwe projeyan dizayn bike û xizmetguzariyan diyar bike.”

Ciwanro Mihemed da zanîn ku diviyabû hikûmet çavdêriyê li ser mijara xizmetguzariyan bikira û got: “Ji bo mînak, di mijara avêde li gor yasaya şaredariyan ji bo her metrekûpek avê divê 50 dînar ji welatiyan were girtin. Lê li nava van projeyên niştecihbûnê de heta 1750 dînar werdigrin.”
Parlamenter Ciwanro Mihemed got: “Nirxê gazê ji bo welatiyan 518 hezar dînare, lê li van projeyane de milyonek û sed hezar dînare. Her wiha nirxê xizmetguzariyan divê ji 35 hezar dînaran zêdetir nebe. Lê heta 80’ê hezar dînaran diçe. Sedemê vê çendê ew yasaya lastîkî ya weberhênanê ye. Pêwîste yasayek were danîn ku li gel mezinbûna bajêr û dizayna bajêr de bigunce. Nabe her weberhênerek bêt li gor xwesteka xwe projeyan dayne, dizayn bike.”
(kş)
