Di salvegera 42’an a pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an de, di 10’ê Tebaxa 2026’an de li Meclisa Tirkiyeyê yasaya “Pêşxistina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî” bi piştgiriya beşek mezin a meclisê hat pejirandin. Yasaya hatî pejirandin, helbet ji aliyê Kurdan û hêzên demokrasiyê ve tê nirxandin, li ser aliyên wê yên kêm rexne tên kirin û bang tên kirin ku ev qanûn bi qanûnên demokratîkbûnê yên ku çareseriya demokratîk a pirsgarêka Kurd misoger dikin re bê temamkirin. Ya herî girîng jî hem gelê Kurd hem jî hêzên demokrasî û aştiyê destnîşan dikin ku divê statuya Rêber Apo zelal be, da ku karibe di nav şertên azad de vê pêvajoyê dîrokî rêvebibe ku ew hem rêberê Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê hem jî rêberê Pêngava Civaka Aşitî û Demokratîk e. Bêguman qanûna heyî wê bibe mijara nîqaşên rojane û hiqûqî, lê belê hem ji ber ku derçûna vê yasayê rastî salvegera pêngava dîrokî ya gerîla ya 15’ê Tebaxê hat, hem jî ji ber ku ev yasa wekî encamekî berxwedana gerîla ya ku şerê hebûnê dimeşîne hat rojevê, nêrîneke dîrokî û civakî jî pêwîst dike.

Eger 15’ê Tebaxê nebûya, yasaya 10’ê Tebaxê jî nedibû

Ev yasa ne tenê encama şerê 41 salan ê PKK’ê ya bi Komara Tirkiyeyê re ye. Gelê Kurd ji avabûna Komara Tirkiyê heya roja me ev nêzî 100 salin ku li dijî redkirina hebûnê, şerê parastina hebûna xwe dide. Heta eger em serdema dawî ya Osmanî jî hesab bikin, Kurd nêzî 200 salin ku bi dewleta Tirk re di nav şer de ne. Yani ev yasa, wekî encama şerê hebûnê yê 200 salan ê Kurdan û şerê 41 salan ê PKK’ê divê were nirxandin. Ev yasa, li pey dîroka şerekî mezin û bixwîn hatiye rojevê, û Rêber Apo hewl dide bi vê yasayê re dest bi lihevkirineke dîrokî û çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salan bike.

Bi cewherî;

Eger Guleya Yekem a 15’ê Tebaxa 1984’an nebûya, ew yasaya yekem a di 10’ê Tebaxa 2026’an de hate rojeva Meclîsa Tirkiyê jî nedibû.

Kurd di 200 salên dawî de li dijî redkirina hebûna xwe gelek caran ketin nav serhildan û berxwedanên bi çek. Serhildanên Mîrektiya Baban û Soran (Mîr Mihemed) ên destpêka salên 1800’an, beriya Fermana Tanzîmatê li dijî politîkayên navendîparêz ên Osmanî pêş ketibûn. Lê ev serhildan bi tasfiyekirina mîrektiyên xweser encam dan. Serhildana Kurd a bi pêşengiya Şêx Ubeydullah ku di dawiya salên 1800’an de pêş ket jî, tevî ku serhildanên herêmî derbas kir û fikra serxwebûna (xweseriya) neteweyî pêş xist jî, bi êrişa leşkerî ya hevpar a Osmanî û Îranê (Xanedaniya Qacar) re negihîşt serkeftinê û ev serhildan jî bi politîkayên sirgûnê encam da.

Dîroka TC’ê dîrokeke şer a 100 salî ye

Dîroka Komara Tirkiyeyê, dîrokeke şer a 100 salî ye ku li ser bingeha red û tunekirina Kurdan ava bûye. Berxwedanên Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî (Ararat) serhildanên yekem bûn ku li dijî vê redkirinê pêş ketin, lê hemû jî bi darvekirin, sirgûn û komkujiyên girseyî encam dan. Jixwe piştî Serhildana Agiriyê di 16’ê Îlona 1930’an de di rojnameya Cumhuriyetê de Çiyayê Agirî wekî gorekê hatibû xêzkirin û li ser hatibû nivîsandin “Kurdistana Xeyalî Li Vir Veşartî Ye (Meftun E)”. Ev karîkatur di rastiyê de danezana sînorên siyasî-coxrafî yên avakirina netewe-dewleta Tirk bû. Kurdistan hem wekî coxrafya hem wekî jî siyasî-civakî êdî tune û mirî bû. Lê kuştina Kurdistanê, belavkirina civaka Kurd ne ewçend hêsan bû. Komkujiya Dêrsimê ya 1937-1938’an, ji bo belavkirin û qirkirina reha civakî ya qedîm a Kurdistanê, pergala baweriya wê ya resen, stratejiya hebûnê ya ku dispêre çiyayan û şêwazê jiyana wê pêk hat. Komara Tirkiyeyê, bi Agirî û Dêrsimê re “Serweriya Xwe ya Mutlaq” li ser tunebûna Kurdan îlan dikir. Yani “Hebûna Tirk” li ser “Tunebûna Kurd” dihat avakirin.

Agirî çiyayekî wenda,Dêrsim şîneke berdewame êdî

Demeke dirêj a Bêdengî-Tarîtiyê destpêkiribû ku Kurdan ne dikaribûn stranên xwe bibêjin, ne di çemên xwe de melewaniyê bikin, ne jî di çiya û zozanên xwe de bi azadî bigerin. Çiyayê Agiriyê ji bo dengbêjên Kurd “kevirê gorê” bû ku di gewriya wan de asê mabû û ji bo helbestvanan jî “çiyayekî wenda” bû êdî. Dêrsim hê jî şahidiya şîna xwe dikir, şahidiya çemên sor ên xwînî û miriyên bêkefen ên di nav wan çeman de. Di Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de, Zindana Diyarbakirê navê nû yê hovîtî û berxwedanê bû.

Guleya yekem dawî li serdema tarî anî

Dema ku gerîla di 15’ê Tebaxa 1984’an de çalakiyên Dihê û Şemzînanê pêk anî, sedema ku ev çalakiya dîrokî wek Guleya Yekem hate pênasekirin ewe ku Kurd dawî li vê Serdema Tarî anîn. Yan na Kurd ji destpêka salên 1800’an û vir ve gelek serhildan û berxwedanên bi çek pêş xistibûn, bi hezaran gule teqandibûn û bi sed hezaran gule jî xwaribûn. Yani guleya ku hatibû teqandin ne nû bû, lê wateya vê guleyê nû bû.

Guleya Yekem; Dawiya bêdengiyê, yekbûna coxrafyaya hatî parçekirin, vejîna civaka felçbûyî, ji nû ve şînhatina ya ku dihat gotin êdî nemaye…

Guleya Yekem; Ji nû ve derketina hebûna Kurd û Kurdistanê ya li ser sehneya dîrokê ku dihat îddîakirin li Çiyayê Agiriyê hatiye gorkirin. Hesabpirsîna ji hovîtiya Zindana Amedê…

Guleya Yekem; Ne şîn lê serhildan, ne bêçareserî lê hêvî, redkirina nasnameya qurbanîbûnê. Û navê nû yê jiyanê: Gerîla…

Guleya Yekem; Pêngava Vejîna Neteweyî ya herî demdirêj a ku tevahiya Kurdistan û herêmê hejand.

Ji serdema redkirina Kurd ber bi serdema hebûna Kurd ve

Guleya Yekem a gerîla ya bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd ne tenê çalakiyeke leşkerî bû, destana berxwedanê ya mezin bû ku dîrok û jiyaneke nû afirand. Dawî lê hatina serdemek (serdem redkirina hebûna Kurd) û destpêkirina serdemeke nû (serdema hebûna Kurd). Gujeguja çem û rûbarên Kurdistanê, çûna ciwanên Kurdistanê ber bi çiyayan ve, wekî çûna dawetekî. Di vê serdema nû ya hebûnê de li Kurdistanê ne tenê çem û rûbar, çiya jî diherikîn. Rêyeke nû ku heya negihe armanca xwe veger jê nîne.

15’ê Tebaxê şoreşa hebûna Gelê Kurd e

Dema ku wateya PKK’ê ji bo gelê Kurd û mirovahiyê dinirxand gotibû: “PKK romanek, helbestek û kilamek e ku dawî lê nehatiye.” Di vê wateyê de Guleya Yekem, ji qada leşkerî derbas kiriye û ber bi asteke helbestî û destanî ve bilind bûye. Guleya Yekem bûye zimanê axafînê, aqilê fikirînê, destê çalakiyê yê gelê Kurd ê ku zimanê wî hatibû birîn. Û Fermandar Egîd: Fermandarê qêrînê ya hebûna gelê Kurd, agirê ku tarîtiya Kurd veguhart ronahiyê. 15’ê Tebaxa 1984’an; ji aliyê dîroka siyasî ve bi taybetî jî ji aliyê dîroka TC’ê ve destpêka guhertina statukoyê be jî, rêzên yekem ên ji nû ve nivîsandina dîroka Kurd e. Kurd ji ber vê rastiyê veguhertinên dîrokî, civakî û zihnî ku pêngava “Guleya Yekem” a 15’ê Tebaxa 1984’an ji bo wan afirandiye ne tenê wekî çalakiyeke leşkerî, lê wekî şoreşa hebûn û nasnameya xwe ya civakî dinirxînin. Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê ku di navbera çar welatên dagirker de hatibû parçekirin, rê li ber vekir ku sînorên netewe-dewletê di dil û mêjî de bêne derbaskirin. Ziman, muzîk, huner û edebiyata Kurdî tevî qedexe û sansûran veguhert qada hebûna civakî, hem Kurd hem jî Kurdî ji nû ve zindî bûn.

Bi cewherî 15’ê Tebaxê û Guleya Yekem ne çalakiyek leşkerî ya ji rêzê ye; çirûska yekem a vejîna gelê Kurde ku gora wî hatibû kolan û kevirê gora wî hatibû nivîsandin. Tiştên ku di 10’ê Tebaxa 2026’an de di Meclisa Tirkiyeyê de qewimîn, wêneya yekem a encamên vê şerê mezin ê hebûnê ye.