Di salvegera 42’an a pêngava mezin a vejînê ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de pêk hat, yasaya ku di 10’ê Tebaxa 2026’an de di Meclisa Tirkiyeyê de hat pejirandin, bi şerê hebûnê ku gelê Kurd bi bedelên mezin dimeşîne ve girêdayî ye. Bêguman yasaya heyî ji aliyê naverokê ve kêmasiyên cidî dihewîne. Hin xalên ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li dijî wan derkevin, dixwazin bên temamkirin û ji bo vê têkoşînê bikin hene. Lê li gel hemû kêmasiyên yasaya heyî jî, ev yasa wekî encama têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û kedên mezin ên Rêber Apo hat rojeva Meclîsa Tirkiyeyê. Têkoşîna Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ji bo wê ye ku hebûna Kurd bikeve bin mîsogeriya destûrî û pirsgirêka Kurd ji zemîna şer û pevçûnê were derxistin. Di vê mijarê de hîn rêyeke dûvdirêj heye ku divê bê meşîn. Lê divê mirov vê yasaya ku Rêber Apo wekî “Ji sêdarê ber bi maseya çareseriyê ve” pênase dike û cara yekem çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd -her çend lawaz be jî- hildigire ser zemînê qanûnî-siyasî, rast binirxîne.
Di encama berxwedana bi çek de hebûna Kurd hat nasîn
Herçend Dewleta Tirkiyeyê di vê yasayê de behsa Kurdan neke û yasayê rast binav neke jî, neçar ma ku wekî encamekê pêngava 15’ê Tebaxê û şerê hebûnê ya gelê Kurd yasayake wiha amade bike. Ji 15’ê Tebaxa 1984’an û vir ve dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd rastî qirkirinê bîne her tişt kir, di asteke ku têgeha şer jî têrê nake de êrişeke qirkirinê meşand; lê ne karî gelê Kurd tune bike, ne karî Tevgera Azadiyê tasfiye bike, ne jî karî meşa azadiyê ya Rêber Apo bide rawestandin. Ev yasa dibe yasayekê ku di encama ked û bedelên mezin de derketiye holê û dewleta Tirk ku ji bilî qebûlkirina hebûna Kurd ti rêyeke din ji bo wê nemaye, neçar ma ev yasa amade bike. Yasaya Dîroka 10’ê Tebaxê, Îtirafa bi serkeftina pêngava 15’ê Tebaxê ye ku vê pêngavê peyama gelê Kurd a “Em hene û hebûna me nayê redkirin” dihewand. Yanî 15’ê Tebaxê armanc dikir ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bixe rojeva dewleta Tirk û hêzên navneteweyî. Rêber Apo dibêje ku şer rola xwe ya bingehîn bi cih aniye, hebûna Kurd êdî hatiye îspatkirin, divê ev yek êdî bi yasayên azadiyê bê temamkirin û ji bo vê jî hewcedarî bi stratejiyeke nû heye. Derbasbûna ji stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bo stratejiya siyaseta demokratîk vê yekê îfade dike. Guleya Yekem, pirsgirêka hebûna Kurd bi rêya berxwedana bi çek xiste rojeva dewletê; Yasaya Yekem a ku di 10’ê Tebaxa 2026’an de hat rojeva meclisê û hat pejirandin jî bû îtirafa dîrokî ya vê yekê. Di vê wateyê de yasaya ji Meclisê derbas bûyî; dibe gava yekem ku pirsgirêka Kurd ji zemînê şer, pevçûn û tundiyê derbasî zemîna parlamento-hiqûqê bibe. Rêber Apo ji ber vê rastiyê, yasaya di rojevê de wekî “Yasaya Kok” û “Yasaya Çarçoveyî” pênase kiribû. Bêguman yasaya di meclisê de hatî pejirandin nêrînên Rêber Apo bi temamî pêşwazî nekirine, lê belê wekî yasaya yekem a vê proseyê ji meclîsê derbas bûye.
Çima Yasaya Yekem?
Di pêvajoya avabûna Komara Tirkiyeyê û pey re, yasayên taybet, biryarname û biryarên îdarî yên ku ji bo Kurd û Kurdistanê hatine derxistin, bi armanca kontrola îdarî, leşkerî û hiqûqî ya li ser Kurdan hatibûn amadekirin. Di esas de ev hemû yasa, yasayên qirkirinê bûn ku li gor “hiqûqa dijminane” hatibûn amadekirin. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekem yasayek ji biryara darvekirin, surgûn û komkujiyê dûr hat rojeva Meclîsa Tirkiyeyê û bi beşdariya piraniya partiyên siyasî hat pejirandin. Di vê wateyê de ne tenê desthilatdarî-hikûmet, lê hemû aktorên siyasî berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka Kurd girtin ser milên xwe. Pirsgirêka hebûna Kurd a ku ji avabûna Komarê û vir ve di çarçoveya konsepta ewlehiyê de dihat destgirtin, tevî hemû kêmasiyên xwe cara yekem li ser bingeha entegrasyona hiqûqî û derketina ji zemînê pevçûnê hat rojevê û hat nîqaşkirin. Bêguman dewleta Tirk hîn jî zihniyet, stratejî û plansaziyên xwe yên li dijî Kurdan ji kokê ve neguhartine; lê bi vê yasayê re di pergala dij-Kurd de şikestineke cidî çêbûye.
Di diyalektîka Guleya Yekem û Yasaya Yekem de rola Rêber Apo
Rêber Apo ku di sala 1978’an de PKK’ê damezrand, bêguman mîmarê pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an û stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ye jî. Ji pêvajoya damezrandina PKK’ê heta fesihkirina wê, dîsa di şerê hebûna Kurd de ku ji pêngava 15’ê Tebaxê heta îro berdewam dike, Rêber Apo li gorî mercên serdemê stratejî pêş xistin, rê li ber guherînên paradigmayî vekir û Kurd gihandin stratejî û bernameyeke nû ya hebûn û azadiyê. Ji damezrandina PKK’ê heta pêngava gerîla û pêngava civaka demokratîk, hemû pêvajoyên stratatejîk û avaker ji aliyê Rêber Apo ve hatine plankirin û rêvebirin. Ev serdema nû ku çareseriya demokratîk-destûrî ya pirsgirêka Kurd dihewîne jî wê bi pêşengiya Rêber Apo pêş bikeve.
Rêber Apo li ser navê Kurdan bernameyeke nû pêş dixe
Di nav 42 salan de, şerê hebûna Kurd ji “Rola Zorê” ber bi “Entegrasyona Demokratîk” ve di merheleyên cuda re derbas bû. Rêber Apo di her merheleyekê de li gorî şert û mercên serdemê stratejiya xwe nû kir, di rewşa heyî de jî Rêber Apo rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê di mercên Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de ji nû ve dinirxîne û ji bo Kurd û Kurdistanê bernameyeke stratejîk a nû pêş dixe. Rêber Apo çawa ku pêngava 15’ê Tebaxê ya gerîla birêxistin kir, îro jî wekî sermuzekerevanê danûstandinan ê gelê Kurd, wekî avakerê civaka demokratîk pêşengiya serdemê nû dike. Yanî yê ku li Kurdistanê hem şerê mezin ê hebûnê dimeşîne, hem jî hewl dide ku hebûna Kurd bi yasayên azadî û demokrasiyê mîsoger bike Rêber Apo bixwe ye. Rêber Apo şerê li Kurdistanê tu carî wekî armanc nedîtiye, wekî serdemek û amûrek ku hebûna Kurd bi 'hêza zorê' bi dewleta Tirk bide qebûlkirin dîtiye. Îro jî bi nirxandina ku “Rola zorê li Kurdistanê temam bûye, hebûna Kurd teqez bûye lê bi stratejiya heyî avakirina jiyana azad ne mimkûn e” stratejiya siyaseta demokratîk pêş dixe. Di dîroka mirovahiyê de, bi taybetî jî di dîroka Kurd de pratîka ku Rêberek hem pêvajoyeke pevçûna leşkerî bide destpêkirin, hem veguhertina hiqûqî û siyasî ya wê pêvajoyê bide meşandin, hem jî bixwaze vê pêngavê bi avakirina civaka demokratîk re temam bike kêm tê dîtin û rewşeke taybet e ku dive ji her alî ve were lêkolînkirin.
Rêber Apo, aqilê Kurd û stratejiya nû
Rêber Apo bi pêngava 15’ê Tebaxê re xwest ku hebûna Kurd bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî îspat bike, ji ber vê yekê artêşa gerîla afirand û pêngava 15’ê Tebaxê pêşxist. Dema ku dît hebûna Kurd êdî teqez e û pergala redkirina hebûna Kurd êdî ji hev belav dibe, çeka ku wekî amûreke neçarî hatibû şixulandin paşve kişand; bi bernameya entegrasyona demokratîk xwest ku bandora civakî-siyasî-dîrokî û çandî ya pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê veguhezîne zemînê hiqûqî-siyasî û rê li ber avakirina civaka demokratîk yanî jiyana azad veke. Rêber Apo di vê wateyê de rêberekî dîrokî ye ku rêbaza têkoşîna bi çek a ku bixwe dabû destpêkirin dîsa bi destê xwe fesih dike û hewl dide ku vê veguherîne hêzeke mezin a civaka demokratîk. Ji ber vê yekê divê mirov pêvajoya şer a 42 salan a ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta îro wekî 'şerekî mecbûrî' bibîne; pêngava civaka demokratîk jî wekî asta zanîn, danehev û tecrubeyê ku tevgera azadiyê gihîştiyê binirxîne û yasaya di meclîsê de hatî pejirandin jî li ser vê bingehê binirxîne.
Gerîlayên ku pêşengiya pêngava15’ê Tebaxê kirin, li Kurdistanê bûn pêşengên jiyana nû. Ne tenê wekî hêzeke şer, wekî hêzeke mezin a hest, fikir, moralê û wekî hêzeke ku pîvanên etîk-estetîk bilind dike, ji nû ve şikil da rih û mêjiyê civaka Kurd. Ev bandora civakî ya gerîla bêguman wê demeke dirêj berdewam bike; gerîlayên azadiyê wê li Kurdistanê bi form û naverokeke nû hebûna xwe ji nû ve watedar bike û pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk re jî bike da ku pêngava 15’ê Tebaxê bi serkeftî temam bike.
