SILÊMANÎ-ARAS ÎBRAHÎM Yek ji deverên dîrokî ya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Gundê Gelezerde ye. Li gorî dîrokê xwedî paşxaneke 3-4 hezar salî pêş zayîne (PZ) heye. Li vî gundî yek ji kesayetên naskirî yê olî Şêx Hisên Gelezerde zanista stêrknasî ji bo xweparastina ji zivistanê weke zanist bikar aniye. Vê yekê dîroka vî gundî dewlemendtir kiriye. Li Başûrê Kurdistanê gelek deverên dîrokî hene ku şahidî ji şaristaniya Zagors-Torosan re kiriye. Yek ji van jî Gundê Gelezerde ku dikeve navçeya Qeladizê ya ser bi Parêzgeha Silêmaniyê. Beşek dikeve Silêmaniyê û Deşta Şarezû, beşek jî dikeve Rojhilatê Kurdistanê. Di vê raporta xwe de emê hewl bidin vî gundî bidin nasîn. Têkildarî dîroka Gundê Gelezerde Hewar Şêx Reûf Erşîvan ji ajansa me re axivî û got: “Dîroka Gundê Gelezerde pir kevne, li gorî daneyên heyî dîroka wê digihêje PZ 3-4 hezar salan. Di dema Şêx Hisên Gelezerde hatiye avakirin û bi navê Gelezerde gund tê nasîn.” Şêx Hisên Gelezerde sala 1665’ê Zayînî hatiye dinê û sala 1764’an jî koça dawî kiriye. Temenê wî nêzîkî 30 sal bû dema hatibû vî gundî. Hawar Şêx Reûf anî ziman ku gelek belge li vî gundî hatine dîtin û hata niha hatiye parastin û Zanîngeha Silêmaniyê amadekarî dike ku li ser van belgeyan kar bike. Dîsa yek ji cihên balkêş a gund rêyeke bi keviran hatiye çêkirine ku digihêje serdema Sasaniyan bû. Ev rê rêya serekî ya hatin û çûnê bû. Têkildarî navê gund jî Hawar Şêx Reûf ev got: “Li gorî hinekan navê xwe ji gula zer girtiye, bi taybet di werza Biharê de li gund şîn dibe. Hinek jî diyar dikin ku navê gund ji rengê axa wê ya zer tê. Bi zimanê Erebî jî ‘Sedan’ tê nasîn tê wateya stiriyên zer. Nêrîna herî rast a tê zanîn navê xwe ji gula zer girtiye piştre jî vegeriyaye Gelezerde.” Li nava gundê Gelezerde mizgeftek heye ku piranî arşîva Şêx Hisên Gelezerd têde heye. Yek ji wan paşmaweyên dîrokî stûna dîrokî ya dare. Hawar Şêx Reûf diyar dike ku ev bi dîzayneke baş û dîrokî hatiye hunandin ji bo mizgefat nava gund. Temenê wê digihêje nêzîkî 350 sal berî niha. Gundiyan berî Enfalê ji ber pîrozî û heybetiya wê biribûn Silêmaniyê, piştî avakirina gund û raperînê dubare vegerandin gund. Yek ji berhemên navdar û dîrokî yê Şêx Hisên Gelezerde ewe ku çar bazinên ji bo diyarkirina çileyê zivistanê çêkiriye. Têkildarî vê yekê Nivîskar û Rojnamevan Kemal Fatîh ev got: “Şêx Hisên Gelezerde bi rêya derketina tîrêjên rojê û ronahiya ji xanî dide ser wan çar bazinan ku her bazinek tê wateya 10 rojên çileya zivistanê. Bi vê yekê xelkê deverê ji hatina zivistanê agahdar dikir û amadekariyên xwe ji bo çileya zivistanê bikin. Ev şêwaza Şêx Hisên Gelezerde pîvaneke ya di navbera Germiyan û Zozanan de bû. Beşek mezin a Kurdisatanê li ser vê pîvanê dijîn.” Li beşa serê gund navenda Şêx Hisên Gelezerde heye ku çavdêriyê li derketina heyv û rojê dike. Têkildarî vê mijarê Kemal Fetîh vê dibêje; “Dîroka vê digihêje 300 sal berî niha. Bi rêya vê rojhejmêriya heyvê û pîvanên strêknasiyê, li derketina heyv û mezinahiya wê meyzandiye ji bo sûtgirtina ji çandiniyê. Li vê derê her gava heyvê dibîne ji bo hişyariyê jî agir pêdixist. Bi vê yekê ji derveyî Başûrê Kurdistanê, hişyarî daye Rojhilat û beşek Bakurê Kurdistanê. Dîroka vê navenda Şêx Hisên Gelezende digihêje serdema Sasaniyan. Dijminên gelê Kurd piranî caran weke parêzvanên agir jî pênase kiriye. Bi vê yekê xwestina di nava civaka mirovahiyê de neşîrîn bidin nasîn. Em dibînin Şêx Hisên Gelezerde ji bo agahdarkirinê çar alî agir kiriye. Ji bo her rûnada bûyerekê nîşaneyek bû. Ev jî wê yekê piştrast dike ku Kurd neagirperestin.”
19 wêne
1 / 19
(eh)