Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî derbarê dosyaya çekan û dûrxistina destê derve ji vî karî, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemahengî û hevkariya di navbera saziyên dewletê de bingeheke girîng û pêwîste ji bo mîsogarkirina asayîşa giştî. Amirî anî ziman ku baweriya wan a temam bi Serokwezîr Elî Zeydî û Berxwedana Îslamî (Meqaweme) heye ku dê berpirsiyariyên exlaqî û nîştimanî hildin ser milê xwe.

Hadî Amirî hişyariyek tund da li ser encamên lezkirinê û hêvî kir ku ji zimanê gumanbar, gurkirin û aloziyê yê di hinek daxuyaniyan de tê bikaranîn dûr bikevin. Amirî daxwaz kir ku ji nirxandinên çewt ên li ser rewşê dûr bikevin.

Amirî destnîşan kir ku ji bo birêvebirina mijara bêçekkirinê, pêdivî bi berpirsiyariyeke neteweyî heye; her wiha destnîşan kir ku divê rê li ber aliyên derve neyê vekirin daku hewldanê xwe yên sepandinê, kontrolkirin an jî astengkirina biryarên Iraqê yên di warê ewlehî, siyasî û aborî de bimeşînin.

Amirî di dawiyê de got; "Dosyaya çekan mijareke bi temamî nîştimanî û Iraqî ye. Her biryarek ku di vê mijarê de were girtin divê bi vîna Iraqiyan bixwe be; hêza rêveberiya vî karî di destê Iraqiyan de ye û wekî sîstemeke çalak heye, bi awayekî ku serweriya Iraqê, serbixwebûna biryaran û yekdengiya helwestan bi hêz bike."