Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê bêyî ku guh bide xirabiya rewşa aborî û jiyana welatiyan, bihayê hemû cûreyên sotemeniyê wek benzîn, neft, gaza xav û gaza malan bi şêwazekî pir giran li ser welatiyan zêde kiriye. Hikûmet di biryarên xwe de nekariye kontrola bazarê bike, ev yek jî bûye sedem ku welatî gelek saetan di rêzên dirêj de bisekinin daku benzîna bi bihayê 750 dînarî bi dest bixin. Şofêrên sînorê Helebceyê nerazîbûn û berteka xwe ya li ser vê rewşê bi rêya ajansa me Rojnews’ê anîn ziman.
Şofêr Îbrahîm Mihemed ku di dora wergirtina benzîna 750 dînarî de rawestiyaye, got: “Rewşa Kurdistanê pir asayî ye û tu tiştekî awarte çênebûye. Lê hikûmetê bihayê benzînê li ser welatiyan giran kiriye. Her carê bi qeyranekê xelkê mijûl dikin, carna bi elektrîkê, carna bi gazê û niha jî bi girankirina bihayê benzînê. Ew li şûna ku karhêsaniyê ji bo xelkê bikin, hatine dijayetiya xelkê dikin. Rêveberiya bi vî rengî tu feydeya xwe ji bo gel nîne. Ez bixwe ji saet şeşê sibehê ve hatime daku benzînê werbigirim. Ger hebe û dora me neyê birîn, biryare tenê 40 lître bidin me.”
Her wiha Omer Osman ku şofêrê taksiyê ye, diyar kir ku ev nebûna benzînê tenê li ser daxwaz û keyfa wan bixwe ye û wiha anî ziman: “Her carê xelkê bi tiştekî mijûl dikin û ti bingehê vê rewşê nîne. Hemû tişt wek xwe ne û rewşa Herêmê asayî ye. Heta niha tu muşek li saziyek gaz û nefta vê herêmê neketiye. Şer li welatekî dine, ne li cem me ye. Gelo têkiliya wê bi bilindbûna bihayê neft, gaz û benzîna me re çi ye?"
Omer Osman balkişand li ser ferqa di navbera bihayê benzîna bajaran de û wiha domand: “Çima li Kerkûkê benzîn bi 450 dînarî ye, lê li vir bi hezar û 250 dînarî ye? Ew tenê dixwazin barê xelkê giran bikin, tu rastiyeke vê rewşê nîne. Ji ber giraniya benzînê, em rojane tu pere qezenc nakin. Neft, benzîn û gaz li xelkî qutkirin. Ger wiha berdewam bike, di werza zivistanê de em nikarin bermîlek neftê bi 500 hezar dînarî jî bikirin.”
Şofêr Omer Osman diyar kir ku her kesê tê para xwe jê dibe Tirkiye û Îranê û got: “Desthilatê jî ev yek kiriye malê xwe û ji xelkî veşartiye. Pêncî hezar bermîl neft têra diziya berpirsekî vî welatî nake, çavê wan li du mîlyon bermîlane. Ereban bi şêwazekî din Kurd Enfal û bi zindî binax kirin, lê ev bi şêwazekî din li me dikin.”
Salih Elî ku şofêrekî dine, li ser heman mijarê diyar kir ku ev ne ti hale ku ji bo wergirtina benzînê xelkê ketine nav de.
Şofêr Selah Elî got: “Em bi xwe di nav benzînê de ne û hemû welat pê dewlemend bûn, lê ji bo gelê me bixwe nîne. Vê rewşê anîne serê xelkê. Weke hûn dibînin ev hemû wesayît rawestiyane û dibe ku dora me jî neyê. Hinek xelkê ji duh ve wesayîta xwe li vir hiştiye. Ev halê vî gelî ye, zêdetirî sê saetane rawestiyane daku 40 lître benzîn werbigirin.”
(fk)



