ŞENGAL-ROJNEWS
Hevberdevkê Komîna Gel a Dugurê Hesê Simoqî destnîşan kir ku dem hatiye ku hemû civak bi yekdengî daxwaza mafên xwe bike û yekîtiya xwe xurt bike. Hesê Simoqî diyar kir ku eger êzîdî nebin yek, ew nikarin pêşî li fermanan bigirin û ji bo vê yekê jî pêwîst e berjewendiyên siyasî deynin aliyekî.
Di nava civaka êzîdî de yek ji mijarên ku herî zêde tê xwestin, yekîtiya êzîdiyan û bi yekdengî daxwazkirina mafane. Ji ber vê yekê, bi nêzîkbûna 12’emîn salvegera fermanê re, bangawaziyên civakî yên ji bo avakirina yekîtiyê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de, Hevberdevkê Komîna Gel a Dugurê Hesê Simoqî ji ajansa me re axivî û anî ziman ku tenê bi yekîtiyê mafên civakê tên parastin; eger ew mafên xwe bi dest bixin, ew ê karibin gelek pirsgirêkên ku bi salan e nehatine çareseririn, çareser bikin. Hesê Simoqî her wiha da zanîn ku pêwîst e li hemberî plan û lîstikên nû gel hişyar be û bibe yek.
Berdevkê Komîna Gel a Dugurê Hesê Simoqî wiha got: "Divê êzîdî xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe bikin yek û bi awayekî herî baş kar bikin. Lazime ew li hemberî qedera xwe bibin xwedî biryar. Pêwîste kesên ku li derve, li Ewropayê yan jî li welatên dinin, êzîdîbûna Şengalê bi hêsanî nebînin; divê hemû hêza xwe bikin yek û bi îradeyeke polayî tevger bikin. Divê em li ser navê kesên din yan jî li ser navê hizbên ku mecbûriyeta wan li ser me heye nexebitin. Em bixwe divê bibin xwedî biryar; eger em bi hêz bin, emê karibin çarenûsa xwe diyar bikin."
Hesê Simoqî destnîşan kir ku pêwîste li ser bingeha bi destxistina mafan, bi hikûmeta navendî re bixebitin û wiha pêde çû; "Eger em li gorî dewlet û saziyên wê tevger bikin, divê em bibin xwedî hêz. Ev Şengala ku hatiye talankirin, hatiye guhertin û hatiye wêrankirin, pêwîste em bi destê xwe ji nû ve ava bikin. Kesê xerîb nikare axa me biparêze; divê em bixwe vê yekê bikin. Pêwîste em li gorî qanûnên heyî, rêveberiyeke Şengalê ava bikin ku tê de qeymaqam, rêveberê nahiyeyê, şaredarî û encûmenên gundan bi temamî amade bin. Dema ku em bi vî awayî bi hêz bûn, wê demê dijmin nikare me tehdîd bike."
Di dawiyê de, Hevberdevkê Komîna Gel a Dugurê Hesê Simoqî bal kişand ser madeyên destûra Iraqê yên ku maf didin pêkhateyan ku xwe bi xwe bi rêve bibin û wiha got: "Li gorî destûra Iraqê, madeyên 119, 120 û 125’an mafê me diparêzin ku em rêveberiya xwe ava bikin. Her kesê ku dixwaze bi îradeya xwe tevger bike, dikare bi awayekî serbixwe sîstema xwe di bin çarçoveya qanûnî de bike. Divê em êdî rê nedin kesên ku dixwazin dubendiyê di nav civaka êzîdî de çêbikin. Pêwîste ciwanên êzîdî û hemû pêşengên civakê bi hişyariyeke mezin tevbigerin. Divê em xwe li ser bingeha yekîtiyê ava bikin û rê nedin tu partî an kesên derve ku destê xwe têxin nav karên me. Em divê mafê xwe yê mirovî û civakî bi dest bixin û di bin sîwana qanûnê de, Şengalê wekî herêmeke xwedî îrade bi pêş bixin."