Qenala Hedes û Erebiye agahiyên xwe spartiye çavkaniyeke îstixbaratî ya Iraqê, agahiyên nû têkildarî kuştina Serokê Meclisa Bilind a Dadwerî ya Iraqê belav kirin.

Li gorî nûçeyan, pilaneke xeter a komeke çekdar a ji bo kuştina Serokê Meclisa Bilind a Dadwerî ya Iraqê heye.

Hate ragihandin ku ev hewldan têkilî bi gavên dadperwerî yên li dijî gendeliyê û gavên bêçekkirina komên çekdar ve girêdayî ye.

Li gorî nûçeyan, ev hewldan cidî ne û raste rast têkilî bi dosyaya hestyar û mezin ên desthilata dadweriyê ya dema borî ku hatine dawîkirin ve girêdayî ye.

(eh)