NAVENDA NÛÇEYAN
89 sal di ser îmzekirina 'Peymana Sedabadê’ re derbas dibin ku ji aliyê hinek welatên herêmê ve hatibû îmzekirin. Armanca wê ya rastîn rûbirûbûn û bêdengkirina liv û tevgerên şoreşgerî yên gelê Kurd bû. Piştî 89 salan, hîn jî ew hewldanên ji bo dagirkirina axa Kurdistanê û tinekirina Kurdan wekî xwe berdewam dikin, lê belê heta niha hemû plan û hewldanên wan bi şikestinê bi dawî bûne.
Di dîroka 8’ê Tîrmeha sala 1937’an de, wezîrên derve yên her çar welatên Îran, Tirkiye, Efganistan û Iraqê, li Koşka Sedabadê ya li bakurê paytext Tehranê hatin cem hev, armanca vî kombûnê bêdengkirina liv û tevgereke siyasî û çekdarî ya li dijî her çar dewletan bû.
Ev çar dewlet gihîştin lihevkirinekê û peymana bi navê ‘Peymana Sedabadê’ îmze kirin. Ev peyman ji 10 xalan pêk dihat û armanca wan a veşartî ew bû ku rê nedin gelê Kurd li Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê şoreşê bike û bibe xwedî desthilatî û statûya xwe ya serbixwe.
Ew kesên ku ev lihevkirin îmze kirin, ev berpirs bûn: Wezîrê Derve yê Îranê Enayetullah Semî, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Tevfik Rûştû Aras, Wezîrê Derve yê Efganistanê Feyz Muhammed Han û Wezîrê Derve yê Iraqê Naci Asil.
Di xala duyem a peymanê de hatiye diyarkirin ku ew welat dê bi hemahengiyê sînorên hevdu biparêzin, li gorî xala heftem a peymanê jî, her aliyek pabend dibe ku rêgiriyê li avabûna her cûre liv û tevgereke metirsîdar a li dijî ewlehî û asayîşa welatê cîran bike.
Tevî di peymanê de navê Kurdan bi eşkere nehatibe nivîsandin, lê belê ji ber ku sînorên sê welatên Îran, Iraq û Tirkiyeyê dikevin ser axa Kurdistanê û li ser van sînoran tene tevgera gelê Kurd hebû, ev her du xal bi temamî li dijî serhildan û şoreşeke gelê Kurd hatibûn nivîsandin.
Di bingeh de, gelê Kurd vê lihevkirinê wekî planeke dewleta Ingilistanê dibîne, ji ber ku di wan rojan de Ingilistanê dixwest parastina vê dabeşkirina nexşeya Kurdistanê bike ya ku di navbera çar dewletan de çêkiribû. Lewma, hemû hewldana wê ji bo parastina nexşeya çêkirî ya Rojhilata Navîn bû.
Wekî ku dîroknas dibêjin, armanca din a Ingilistanê di wê demê de rêgirtina li derbazbûna Sovyetê ya ber bi Hindistanê û Kendava Erebî ya li başûrê Tehranê bû, lê belê dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê ev kombûn û peymana navborî veguherandin dijminahiya gelê Kurd û fersend dîtin ku wan her du xalan ji bo bêdengkirina gelê Kurd û şoreşên wan bi kar bînin.
Welatên beşdarên kombûna Sedabadê, li ser înkarkirina hebûna mafên Kurdan li hev civiyabûn da ku bigihîjin biryareke hevpar ji bo parastina berjewendiyên xwe û van dewletên li Rojhilata Navîn ava kirine; lê belê tu yek ji van welatan nekariye gelê Kurd, liv û tevgera siyasî û şervanên wan ên azadîxwaz ji tine bike.
Dewleta Tirk a dagirker li Başûr û Rojavayê Kurdistanê herêmên berfireh dagir kirine û bi sedan baregehên leşkerî ava kirine. Rejîma Îranê jî rojane bi dehan welatiyên Kurd digire û dixe zindanan; di heman demê de baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. Rejîma li Sûriyeyê ya bi serokatiya Ahmed el-Şara jî li dijî gelê Kurd rawestiyaye û dixwaze wê ezmûna ku di sala 2011’an de li Rojavayê Kurdistanê ava bibû, hilweşîne. Li aliyekî din, desthilatdariya navendî ya Iraqê jî roj bi roj statûya Herêma Kurdistanê bi rêya yasa û rêyên nû biçûk dike.
Îro ku salvegera îmzekirina vê peymanê ye, dewletên dagirker ên herêmê bi berdewamî di nava guftûgo, lihevkirin û tifaqên nû de ne daku dijminahiya li dijî gelê Kurd bimeşînin û wan ji tine bikin. Lê belê li beramberî vê yekê, gelê Kurd û bi taybetî Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi têkoşîna xwe ya li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo hemû planên wan pûç kirine.
Îro piştî derbasbûna 89 salan di ser vê lihevkirina reş re, li Tirkiyeyê bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li beramberî dewleta Tirk gavên erênî avêtin daku ev pêvajo bigihîje encamê; lê belê piştî sal û nîvekê, dewleta Tirk hîn jî demê derbas dike, lîstikan dimeşîne û naxwaze vê pêvajoyê bigihîne tu encamê.
Hewldanek vale ya ji bo tinekirina gelê Kurd: Peymana Sedabadê!

18