Li ser xeta çemê Zêyê Biçûk ku dirêjahiya wê zêdetirî 76 kîlometreyane, li seranserî çem hejmareke pir zêde ya projeyên xwedîkirina masiyan hatine avakirin. Xwediyên van hewzan tînin ziman ku her çend ev sektor dikare bibe çavkaniyeke giring a dahatê û derfetên kar ji bo herêmê peyda bike, niha ji ber buhabûna xwarina masiyan, erzanbûna nirxê masiyan, pirsgirêkên elektrîkê û bacên giran ketine nav qeyraneke mezin.
Beşdar Osman ku niştecihê gundê Qesrokê yê li sînorê nehiya Teqteqê ya ser bi navçeya Çemçemalê ye û bixwe karê xwedîkirin û firotina masiyan dike, ji ajansa me re axivî; "Em li vê herêmê xwediyên projeyên herî mezin ên masiyanin. Hikûmet ji me daxwaz dike ku em destûrên fermî wergirin, lê di vê pêvajoyê de astengiyên mezin derdixin û xercên pir giran ji me dixwazin. Hinek caran jî tên hewzên masiyan ên ku li ber rêyan hatine çêkirin xirab dikin, di demekê de ku ev hewz ne zirarê didin tu projeyeke hikûmetê û ne jî astengiyê li ber tiştekî dikirin. Her dema ku hikûmet bixwaze li ser van erdan projeyekê çêbike, em amade ne ku hewzên xwe bar bikin û ji wir herin."

Beşdar balkêşa ser bandora qedexekirina hawirdekirina masiyan li ser bazara navxweyî û diyar dike ku ev bûye sedema daxistina nirxan û lawazbûna hêza hilberînerên navxweyî da ku bikaribin karê xwe berdewam bikin.
Hemze Mihemed jî ku xwediyê hewzekî masiyane li gundê Qesrokê, ji ajansa me re axivî û got; "Min sermayeyeke pir zêde di vî karî de xerc kiriye, lê belê buhabûna alif, nexweşiyên masiyan, pirsgirêka elektrîkê û erzanbûna nirxê masiyan di bazarê de ziyaneke pir mezin gihandiye me. Min xwendina xwe qedandiye û xwediyê du bawernameyên akademîkim, lê ji ber ku tu derfetên kar nînin, bi neçarî min berê xwe daye vî karî. Min li vir derfetên kar ji bo gelek kesên din jî peyda kirine, lê belê hikûmet li şûna ku piştgiriya me bike, her tim astengiyan li ber karên me datîne.’’

Li gundê Qamîşê ya ser bi nehiya Şiwan, Fexredîn Kakemîn ku îsal cara yekeme dest bi vî karî kiye û ev ezmûna wî ya pêşîne, dibêje: "Min îsal nû dest bi xwedîkirina masiyan kir, lê belê ez pir poşmanim. Zirareke pir mezin gihîştiye min, ji ber ku nirxê alif û gazê pir buha ye, elektrîk pir xirabe û ligel van hemû zehmetiyan jî berhemên me bi nirxekî guncaw di bazarê de nayên firotin."

Fexredîn balê dikişîne ser wê yekê ku ev herêm ji aliyê îdarî ve ser bi hikûmeta Iraqê ye û dibêje: "Ne hikûmeta Herêmê û ne jî hikûmeta Iraqê tu piştgiriyeke bandor nade vê sektorê, lewma xwediyên projeyan bi berdewamî rû bi rûyê astengî û pirsgirêkan dibin."
Piraniya van projeyan li ser çemê Zeyê Biçûk, li sînorê nehiya Teqteqê, şaredariya Aştî û sêgirdkan ên ser bi navçeya Koyeyê ya girêdayî Hewlêrê hatine çêkirin. Lê belê beşek ji wan ji aliyê îdarî ve dikevin nav sînorê nehiya Şiwan a ser bi parêzgeha Kerkûkê. Di vê navberê de, yek ji pirsgirêkên herî mezin ên hilberîneran daxistina nirxê masiyane; ku li gorî gotina xwediyên projeyan, niha yek kîloya masiyan bi tenê derdora 3 hezar heta 4 hezar dînarî tê firotin, di demekê de ku nirxê alif, gaz, elektrîk û pêdiviyên xwedîkirina masiyan bi awayekî berçav zêde bûye.
Li gorî tedbîrên hikûmeta Herêmê û aliyên peywendîdar, çavkaniya avê ya projeyê nabe ava vexwarinê be. Her wiha divê proje bi awayekî natendurist nêzîkî rêyên serekî û giştî nebe û rûbera erdê wê jî ji 30 doneman kêmtir nebe.
Li beramberî van giliyên xwediyên hewzan, Rêveberê Çandiniya Koye Kamûran Enwer ji ajansa me re ragihand; "Merc û tedbîrên damezrandina projeyên xwedîkirina masiyan, li gorî salên borî tu guhertineke bingehîn tê de çênebûye. Berovajî vê yekê, niha hêsankariyên zêdetir ji bo xwediyên projeyan hatine kirin da ku bikaribin destûrên xwe yên fermî wergirin û karên xwe rê ve bibin."

Rêveberê Çandiniya Koy dibêje; "Heta niha tu tedbîrên nû an biryareke fermî ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê an hikûmeta Iraqê ve nehatiye ku behsa xirakirina hewzan an guhertina projeyên masiyan bike. Her tiştê ku li ser vê mijarê tê gotin, tenê gotegotin û tu bingeheke wan a fermî nîne."
Kamûran balê dikişîne ser hebûna hejmareke pir zêde ya hewzên masiyan li sînorê navçeya Teqteqê, Koye û nehiya Aştiyê û dibêje ku beşeke pir zêde ji wan destûrên fermî nînin û bi awayekî neyasayî hatine avakirin. Ji ber vê yekê, tu daneyek hûr û fermî li ser van projeyan û rêjeya berhemên wan li ber dest nîne.
