Roj bi roj qeyranên li Herêma Kurdistanê kûrtir dibin. Sedema sereke ya vê yekê ewe ku hikûmeta herêmê gav bi gav xwe ji sektora giştî vedikişîne û xizmetguzariyên herî bingehîn û jiyanî mîna tendurustiyê radestî şirketetan dike. Ev nêzîkatî tenê qezencxwaziya hinek şirketên parvebûyî zêdetir kiriye û barê qeyranan hîn zêdetir xistiye ser milê gel; bi vî awayî bihayê xizmetguzariyan gihiştiye astekê ku ji hêza aborî ya welatiyan pir zêdetire.
Derbarê mijarê de karmendê bi navê Kirmanç Kemal ku niştecihê Silêmaniyê ye, li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Ev krîza giran a ku li Herêma Kurdistanê rû dide, bandoreke xerab li ser hemû civakê dike. Radestkirina xizmetguzariyên giştî ji bo sektora taybet barê jiyanê li ser welatiyan giran dike; bi taybetî herî zêde hejar ji vê sîstemê ziyanê dibînin. Wekî mînak, ji ber giranbûna bihayê benzînê, şofêrên teksiyê gihîştine astekê ku di nava sê rojan de tenê carekê dikarin benzînê bikirin û derkevin ser kar."

Kemal di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ger dahata rojane ya welatiyekî tenê 15 hezar dînar be, ev çend kuruş tenê têra zik nake û jiyaneke bi rûmet pêk nayê. Kemal dibêje; ‘‘Ji ber vê yekê, guhertina sîstema xizmetguzariyan ber bi sektora taybet ve, rewşê roj bi roj xerabtir dike. Ji ber ku partiyên siyasî pişka xwe di nav vê aboriyê de birine, divê tedbîrên lezgîn ji vê rewşê re were dîtin û çareseriyeke were peydakirin.’’
Mamosteyê Zanîngeha beşa Teknîk ya Silêmaniyê Dr. Kamûran Qadir jî li ser vê mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Di vê qonaxê de aboriya herêmê û ya Iraqê di nav tengasiyeke pir dijwar re derbas biçe. Di encamê de, hikûmet dixwaze vî barî û zexta li ser xwe kêm bike; ji ber vê yekê serî li tedbîra taybetkirina xizmetguzariyên giştî dide. Ev rêbaz demeke dirêje li welatên mîna Amerîka û Ewropayê jî heye ku xizmetguzarî radestî şirketên taybet tên kirin."

Dr. Kamûran Qadir her wiha destnîşan kir ku ger sektora taybet ne di bin kontrolê de be û mafê pêşbirkê ji bo şirketetan bi awayekî wekhev û adil neyê parastin, wê demê ev sîstem dibe sedema teqîneke mezin a aborî. Qadir got; ‘‘Hikûmetê ji bo ku zexta li ser xwe ya di sektorên tendurustî û perwerdehiyê de sivik bike, rê li ber sektora taybet vekiriye. Ji ber ku hikûmet bixwe nikare li hemberî daxwazan navendên nû yên tendurustiyê yan jî dibistanên nû ava bike, lewma ji bo reva ji berpirsiyariyê berê xwe daye sîstema şirketên taybet.’’
Dr. Kamûran Qadir herî dawî jî got; ‘‘Wezîfeya bingehîn a hikûmetê ewe ku bixwe çavdêriyê li ser sektora taybet bike, lê belê li vir rewş berevajî ye; hikûmet bixwe wekî bazirganekî ketiye nav bazara sektora taybet û ji ber vê yekê nekarî ye bibe çavdêrekî baş û mafên gel biparêze.’’
Li ser heman mijarê, Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ciwanro Mihemed jî ji ajansa me re axivî û got; "Çarenûsa şeş milyon welatiyan ketiye destê şirketên taybet ên ku hinek berpirsên siyasî li pişt wanin. Ger em bi hûrgulî li rewşê binêrin, em dibînin ku êdî şirket bixwe biryarê li ser jiyan û paşeroja gel didin. Ev yek tê wê wateyê ku navenda biryardanê êdî ne di destê hikûmeta herêmê de ye; berovajî vê, şirket sîstema jiyanê diyar dikin. Hikûmet jî li hemberî vê talanê bêdeng maye û bi vê bêdengiya xwe re rewabûnê dide vê neheqiyê."

Ciwanro Mihemed her wiha anî ziman ku ger hikûmetek nikaribe xizmetguzariyên bingehîn, mîna av, sotemenî û mûçeyên gel dabîn bike û çareseriyekê ji krîzan re peyda bike, divê dest ji kar bikişîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ger ev rêveberî li ser desthilatê bimîne lê hemû qadên jiyanê radestî sektora taybet bike, wê demê tu wate û cudahiya hebûna vê hikûmetê ji tunebûna wê namîne."
Li gorî parlamenter û karmendan ev sîstema niha tenê xizmeta berjewendiyên desthilatdaran û şirîkên wan dike, lewma ew qet dest ji van qezencên mezin bernadin û qeyran jî çareser nabin. Ev bêserûberî barê jiyana welatiyan her roj girantir dike. Di demekê de ku diviyabû hikûmet aboriya gel biparêze û rê li ber giranbûnê bigire, ev desthilat wekî rêveberiyeke berpirsiyar tevnegeriyaye.
