Berî niha bi demekê Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Elî zeydî ragihand ku wê desteyekê ava bikin ji bo lêkolînkirina êrişa îro li ser ofîsa taybet ya Serokê Demborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê biryar daye ku desteyeke lêkolînê ji bo eşkerekirina êrişa li ser Ofîsa Serokê Demborî ya Herêma Kurdistanê û cihê mayîna rêveberê Ajansa Parastinê ya li Pîrmamê bê avakirin.

Herî dawî hate destnîşankirin ku wê Elî Zeydî encamên lêkolînê bi raya giştî re jî parve bike.

https://rojnews.news/ku/bi-du-droneyan-eris-ofisa-mesrur-barzani-hate-kirin/

(eh)