Ajansa nûçeyan a Reutersê derbarê rawestandina kirîna nefta Iraqê ya ji aliyê Hindistanê ve, agahiyên nû parve kirin.
Ajansê ragihand ku Saziya Neftê ya Hindistanê karên barkirina keştiyên neftê li deryagehên Besrayê betal kirine. Çavkaniyê ragihand ku ev rawestandin û betalkirin bi girtina Tengava Hurmizê û şerê di navbera DYA û Îranê de ve girêdayî ye.
Hate diyarkirin ku kompanyaya parzûnkirinê ya hikûmî ya Hindistanê ku wekî "Mangalore" tê naskirin, hemû peymanên xwe yên kirîn û hawirdekirina nefta Iraqê betalkirine.
Her wiha Hindistanê xwediyên keştiyan hişyar kirine ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê û gurbûna aloziyan, bi tu şêwazî nêzîkî Tengava Hurmizê nebin.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2025’an de, nêzîkî %20’ê tevahiya nefta hawirdekirî ya Hindistanê ji aliyê Iraqê ve hatibû dabînkirin. Ev yek jî bibû sedem ku Iraq bibe yek ji bihêztirîn dabînkerên nefta xav ji bo wî welatî.
