Hunermendê naskirî yê Gelê Kurd Hozan Comert bal kişand ser yekitya gelê Kurd û destnîşan kir ku divê hunermendên Kurd bi rêya hunerê nasnameya Kurd bi cîhanê bide nasîn. Hozan Comert ê tevlî şahiya 15’ê Tebaxê ya li Binarê Qendîlê bibû ji ajansa me Rojnewsê re axivî.

Hozan Comert qala têkoşîna gelê Kurd a li hemû Kurdistanê kir û got: “Dîrokeke dirêj a gelê Kurd heye, bi sedan rêber û hezaran şehîd hatin dayîn ji bo parastina nasnameya gelê Kurd. Tevgera Azadî li ser bingehê felsefeya modernîteya demokratîk ya Rêber Apo bûye Tevgera Aştiyê. Kariya ciwan, jin û hemû gelê Kurd li dora azadiyê li hev kom bikin.”

Hozan Comert bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha domand: “Ev pêvajo du alî ye. Li aliyekê Rêber Apo û li aliyê din jî dewlet heye ku dawî li şer bîne û mafê gelê Kurd bide heye.”

Hunermendê naskirî Hozan Comert diyar kir ku dîroka Ewropayê jî nîşan daye ku piştî sed salan ji şer û kuştina milyonan mirov ya di Şerê Cîhanê ya Duyemîn de herî dawî Yekitiya Ewropa ava bike, karî di bin sêwana alek û pereyekê de li hev kom bike û got: “Li Rojhilata Navîn jî pêwîste Kurd destê hev bigirin û ji bo piştrastkirina nasnameya xwe. Ji ber ku eger Kurd nebin yek, desthilatdar wê tim li ser çarenûsa Kurdan bilîze. Li aliyê din eger Kurd bikarin nasnameya xwe bidest bixin jî, wê pêşengtiyê jî ji herêmê re bike.”

Hozan Comert qala girîngî û çanda Kurdî ya li Xoresan, Kirmanşan, Botan û hemû deverên Kurdistanê heye û got: “Xala lewaz a heye ewe ku hunermendên me li ser asta cîhanê nayên nasîn. Di demekê de siyasetmedar, gerîla û pêşmerge li ser asta cîhanê çawa hatine nasîn, pêwîste humermend bi heman rolê ji bo nasnameya Kurdî li cîhanê bide nasîn rol bilîze.”

Herî dawî Hozan Comert ev got: “Pêwîste hunermendên Kurd weke gerîla û pêşmerge têbikoşin heta ku bikarin rêya reng, deng û nasnameya gelê Kurd bigihîne temamê cîhanê.”

(eh)