Di saetên êvarî de li Otela Ramada ya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi tavlîbûna gelek hunermend û rewşenbîran Saziya Kerîmî Eleke bi merasîmekê Xelata Rêzgirtinê pêşkêşî Hunermend Necmedîn Xulamî kir.
Têkildarî mijarê Hunermend Necmedîn Xulamî ji Rojnews re axivî û spasiya Saziya Kerîmî Eleke kir û got: “Saziya Kerîmî Eleke xizmeteke baş ji bo çanda Kurdî kiriye.”

Necmedîn Xulamî rexne gelek aliyan kir û diyar kir ku gelek xwaringeh stranên biyanî lêdidin û girîngî nadin çanda Kurdî û got: “Divê çanda netewî ya Kurdî bê parastin. Zêdetirî 50 sale xizmeta netewî ya Kurdî dikim. Niha jî zêdetirî 20 berhemên min hene hê nehatine belavkirin. Bijî Kurd û Kurdistan.”
Humermendê Kurd Necmedîn Xulamî sala 1948’an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Bi reng û dengê xwe yê taybet ê herêma xwe xizmeteke mezin ji bo hunera Kurdî kiriye. Xwediyê dehan stran û berhemên hunerî ne.
(eh)
