Sekreterê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Bilind a Îranê Mohsen Rezaî têkildarî “şerê aborî” yê ku ji aliyê DYA’yê ve hatî îlankirin û tê payîn ku sibe hûrgûliyên wê bên eşkerekirin, ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî. Rezaî got, ew ê yên piştgirî didin pêkanînên DYA’yê hedef bigirin.
Rezaî destnîşan kir ku şervanên Îranî ji bo operasyonê amade ne û hişyarî da ku eger DYA şerekî aborî bide destpêkirin, ‘yek dilop petrol ji Kendavê dernakeve’.
Rezaî bang li welatên cîran kir ku li dijî Îranê nekevin nava şerekî aboriyê û got, ew ê welatên ku tevlî şerekî wiha bibin, dê weke “dewleta dijmin” qebûl bikin. Rezaî diyar kir ku Tehran wê destpêkê bi welatên cîran ên ku alîkarî nadin DYA’yê re muzakere bike û got, “Eger bi Amarîka re tevbigerin, em ê wan hedef bigirin.”
Rezaî hişyarî da DYA’yê ku hêzên zêde neşîne û îfade kir ku eger hêz bên şandin, wê bên hedefgirtin. Rezaî her wiha destnîşan kir ku ew ê civînên DYA’yê yên bi dijminên Îranê re jî hedef bigirin.
Rezaî ragihand ku Kendava Hurmuzê tevî îdîayên DYA’yê hîna girtî ye û got, “Heta ku DYA liv û tevgera xwe sererast neke, nayê vekirin.” Rezaî ev tişt jî got, DYA divê vê carê ewilî berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
