Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê Ehmed Lueybî têkildarî hewldanên vegerandina 6 hezar girtiyên di girtîgehên Iraqê de ya ji bo welatê wan de, ji medya Iraqê re axivî.
Lueybî diyarkir ku wezareta wan li gel aliyên peywendîdar hewl dide bi rêyên dîplomatîk û vekirina kanalên hevkariya li gel welatên Erebî û biyanî, nêzî 6 hezar girtiyên ku di girtîgehên Iraqê de ne li welatên wan vegerîne.
Ehmed Lueybî eşkere kir ku ev rêkarên veguhestinê wê wan girtiyên Ereb û biyanî (ji bilî yên cezayê darvekirinê lê hatine birîn) ku di girtîgehên Iraqê de ne, bigre nava xwe. Lueybî diyarkir ku wan di derbarê vê yekê de biryar ji Encûmena Ewlehiya Netewî wergirtiye.
Lueybî eşkere kir ku hejmara wan 6 hezar girtîne û hemwelatiyên 61 welatên Erebî û biyanî ne. Her wiha diyarkir herî zêde yên xelkê Sûriyeyê ne, piştî wê jî hemwelatiyên welatên Erebî û biyanî yên welatên wekî; Fas, Amerîka, Kanada, Rûsya, Tûnis, Tirkiye û çendîn welatên din hene.
(kş)
