NAVENDA NÛÇEYAN
Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku planên wan ên ji bi dîtina deriyên nû yên ji bo hinardekirina nefte dewam dikin û got ku divê çarçoveyê de ew rêya Baniyasê lêkolîn dikin.
Berdevkê Fermî yê Wezareta Neftê ya Iraqê Selîm Rikabî, derbarê hewldanên wan ên ji bo çêkirina xeteke boriyê ber bi Baniyasê ve, ji medyaya Iraqê re axivî.
Rikabî ragihand ku xebatên Wezareta Neftê yên ji bo dîtina rêyek ji bo hinardekirina nefta Iraqê dewam dikin, herwiha çêkirina xeteke boriyê ber bi Baniyasê ve di rêza wan projan de ye ku niha lêkolîn li ser tê kirin.
Rikabî got ku di civîna dawî ya Encûmena Wezîran de biryarek derketiye ku destûrê dide îmzekirina peymaneke bingehîn a destpêkê û lihevkirina parastina agahiyan ligel aliyê Amerîkî-Qeterî; bi armanca amadekirina lêkolînên teknîkî û nexşeyên taybet ên projeyê.
Berdevkê Fermî yê Wezareta Neftê ya Iraqê herwiha diyarkir rû ku ev peyman tu berpirsiyariyeke darayî yan jî girêbestî naxe ser milê Wezareta Neftê, tenê di çarçoveya qonaxa amadekirina lêkolînên teknîkî yên ji bo pirojeyê de ye.
Baniyas
Baniyas, bajarekî peravê yê parêzgeha Tartûsê ya li welatê Sûriyeyê ye.
Ev bajar li ser deryaya Spî (Deryaya Navîn) cih digire û ji bo bazirganî û aboriya herêmê xwedî girîngiyeke stratejîke.
Taybetmendiyên herî serekî yên Baniyasê evin:
- Bendergeh û Parzûngeha Neftê: Baniyas yek ji bendergehên herî mezin ên neftê ye li ser Deryaya Navîn û mezintirîn parzûnkirina neftê ya Sûriyeyê lê ye.
- Girîngiya ji bo Iraqê: Di dîrokê de jî di navbera Iraq û Baniyasê de xeta boriyê ya neftê (Kerkuk-Baniyas) hebû. Ji ber vê yekê, gava Iraq bixwaze nefta xwe bêyî Tengava Hurmizê bigihîne Ewropa û bazara cîhanê, Baniyas wekî dergehekî serekî yê deryayî tê dîtin.
