Pirsgirêk û krîzên kompanya Korek Telecom berdewamin. Serokê Desteya Rêveberiya Ragihandin û Têkiliyan a Iraqê Belîx Ebû Kell, têkildarî danûstandinên wan ên li gel kompanyaya Korek, deynan û girtina navendên Korekê de, ji medyayên Iraqî re axivî.
Belîx Ebû Kell ragihand ku tu çareserî li gel kompanyaya Korekê nemaye, wan dest bi girtina nivîsgehên kompanyayê yên li Bexdayê kiriye û ew têkiliya ku di navbera wan de hebû gihîştiye xala herî dawî.
Her wiha Belîx Ebû Kell destnîşan kir ku pirsgirêka kompanyaya Korekê ne ya îro ye û ne siyasî ye, gava ku dema destûra dabeşkirî ya ji bo kompanyayê bi dawî bû, ji bilî pirsgirêkên din jî beriya wê hebûn, vedigere sala 2022’yan. Diyar kir ku kompanyayên din ên kerta gihandinê rûbirûyî vê pirsgirêkê nabin, mijar teknîkî ye ne siyasî ye.
Serokê Desteya Rêveberiya Ragihandin û Têkiliyan a Iraqê Belîx Ebû Kell got: “Kompanyaya Korekê pabendî biryarên Desteya Ragihandin û Têkiliyan nabe. Li gel pabendbûna darayî ya li derveyî Iraqê ku ji milyarek dolarî derbas bûye, nêzîkî 200 trîlyon dînar deyndarê desteyê ye, her wiha deyndarê bacê ye jî.”
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Ragihandin û Têkiliyan hefteya borî ragihandibû ku wan bi hemahengiya li gel Dezgeha Ewlekariya Neteweyî, ji bo girtina navenda sereke ya kompanyaya “Korek Telekom” û sê navendên firotinê yên li Bexdayê, rêkarekî pratîkî girtine ber. Ev jî ji bo bi cih anîna biryarên rêkxistinî yên ku li hemberî kompanyayê hatine danîn.
(fk)
