Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê yê bi wekalet Selîm Rukabî ji medyaya Iraqê re axivî û behsa îmzekirina lihevkirina li ser petrolê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û mîqdara hinardekirina rojane kir.
Selîm Rukabî got; “Şandeyeke payebilind bi serokatiya Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xezîr îro çû Tirkiyeyê da ku lihevkirineke demkî ya ji bo salekê îmze bike û her wiha da ku amadekariya peymaneke berfireh-demdirêj bi aliyê Tirkiyeyê re bike ku projeyên enerjiyê di nava xwe de vedihewîne.”
Têkildarî armanca lihevkirinê jî wiha got; “Armanca lihevkirinê ewe ku petrola xav ya Iraqê bi rêya Bendera Ceyhan ya Tirkiyeyê berdewam bike. Ev peyman sê alî ye ku Şîrketa Bazarkirina Petrolê ya Iraqê (SOMO) û Şîrketa Petrola Bakur di nav xwe de digire ku aliyê sêyemîn şîrketeke Tirkiye ya binavê Botaş’e.
Têkildarî mîqdara rojane ya ku Iraq û Tirkiyeyê li ser lihev kirine jî Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê wiha axivî; “Lihevkirina ku hatiye îmzekirin, hinardekirinê rojane 750 hezar bermîl destnîşan dike. Derbazkirina kêmahiyên heyî bi başkirina rewşa ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, vegera şîrketên biyanî, jinûve destpêkirina hilberînê li herêmê û her wiha veguhestina petrolê ji başûr ber bi bakur ve girêdayî ye.”
Di dawiyê de Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî wiha got; “Ev lihevkirin destpêka peymaneke berfirehe ku armanc dike piştî temambûna boriyên Besra, Hedîse, Kerkûk, Ceyhan; mîqdara hinardekirina rojane bigihîne zêdetirî milyonek bermîl.”
(wd)
