Balafirên Îsraîlê rêzeêriş li ser bilindahiya Elî El Tahir ê derdora bajarokê Nebetiye Jorîn ê başûrê Libnanê pêk anîn. Bi obîsan jî hejmarek bajarokên başûr topbaran kirin.

Li gorî çakaniyên xwecih, êriş li derdora Doha Keferruman, Girê Dibşe û herêma di navbera bajarokên Bêyt Yahon, Bereşît de, derdora Harîs, devera Zotera Rojhilat û Meys El Cebel hatin kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku li bajarokên Mensûrî, Hedasa û Dêr Suryan teqîn çêbûn û li ser bilindahiyên Elî El Tahir topên fosforî hatin bikaranîn. Lê tu agahiyên derbarê zirar an jî windahiyan nehatin bidestxistin.

Girêdayî mijarê, hêzên Îsraîlê li bajarokê Konîn operasyonên pêk anîn, bi doçkeyan heta bi Harîsê operasyona lêgerînê da destpêkirin. Her wiha bi tankerekê devera Mensûrî topbaran kir.

Li asîmana Beyrût û derdora wê jî liv û tevgera dronên Îsraîlê hebûn. Hate zanîn ku li bajarokê Yatirê droneke bombeyeke deng avêt wesayîtekê û madeyên şewatê avêtin navbera bajarokên Hiniye û Qelîle, ji ber wê şewat derket.