HÊŞÛ ŞIWANE
Nebûna mûçe û bêpilaniyê gefek mezin ser aramiya civaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Welatî diyar kirin ku direngxistina mûçe, krîzên aborî, pirsgirêkên civakî û aboriyê zêdetir kûr kiriye.
Nedayîn an jî paşketina mûçe ya li Herêma Kurdistanê bandoreke raste rast li ser jiyan û rewşa civakî ya Başûrê Kurdistanê vekiriye. Bi taybet bandor li ser malbatên ku derfetên wan ên karkirinê nîne û tenê jiyana wan li ser mûçe zêdetir kiriye û jiyana wan xirabtir kiriye.
Têkildarî mijarê karmend û welatî ji ajansa me Rojnewsê re zehmetiyên xwe yên jiyanî vegotin.
Welatiyê bi navê Celal Ebûbekir anî ziman ku ji sala 2014’an û vir ve rewşa wan pir xirab bûye û got: “Nebûna mûçe jiyana me zehmet kiriye. Roj û şevê derbas dikîn ku jiyanek baştir derbas bikîn. Lê va dibînî her roja diçe xirabtir dibe. Tenê li welatê me rewşa karmendan eve.”
Celal Ebûbekir destnîşan kir ku dema 40 roj li ser nedayîna mûçe re derbas dibe û got: “Mûçeyê tê dayîn ne tenê têrî me nake, heta deyndar dibîn. Her diçe nirxê kelûpelan li bazarê girantir dibe. Piranî karmend jî kirêcîne. Ev yek jî bargiraniyê li ser jiyana wan çêdike.”
Serokê Komelya Kirêciyan Berhem Qeredaxî bal kişand ser mûçeyên ku hikûmetê nedayî û got: “Mûçeyê gelek kesî çûye, heta niha nêzîkî 60 mûçeyên karmend û mamosteyan li gel hikûmetê maye. Eger beşek mezin ê vî mûçeyî neçûba, wê rewşa xelkê niha wisa nebûna. Niha gelek kes çend mehan heqê kirêya xaniyên xwe nedane.”
Berhem Qeredaxî diyar kir ku nezindîbûna bazarê û heta astekê sekinîna bazarê eleqeya xwe bi van krîzan ve heye, eger di dema xwe de hikûmet mûçe bide wê bazar zindî bibe û got: “Jiyana xelkê bi temamî girêdayî mûçe ye.”
Berhem Qeredaxî destnîşan kir ku Iraq tevî ewqas gendelî û diziyê dikare mûçeyê karmendên xwe bide û bi ser ve jî ji bo kesên bizewice an jî pêwîstî bi kirîna xanî hebe alîkarî dike û got: “Herêma Kurdistanê dahata wê li gorî Iraqê pir zêdetire. Lê ji ber nebûna bername û hebûna gendeliyê dahata herêmê ji bo berjewendiyên kesî û malbatî diçin. Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi rêveberiyeke zîrek heye ku bikare hevsengiyê çêbike. Divê dahatê ne ji bo partî, qenalên ragihandinê û ragihandina sîber bê xerckirin. Divê ji bo welatiyan bê xerckirin ji hejarî û deynan xilas bikin.”
Serokê Komelya Kirêciyan Berhem Qeredaxî bal kişand ku ji sedî 90’ê kirêciyan ji mûçeyên xwe zêdetir deyndarin û got: “Ev yek jî bûye sedemê krîzên civakî yên kûr û tinebûna malbatan. Ev di demekê de ye ku 250 hezar projeyên niştecihbûnê li herêmê hatin vekirin, lê ji ber pereyê zêde û nebûna dahateke baş, welatiyên asayî nikarin sûdê ji vê bigirin û bibin xwedî xanî.”
Mamosteyê bi navê Cebar Kerîm da xuyakirin ku mûçe ji bo karmendan weke nefesê ye û got: “Eger nebe, jiyîn namîne. Niha xizmetguzarî û piştgiriya tenduristî ya hikûmetê bi temamî sekiniye. Her roja diçe nirxên berheman zêdetir dibe. Mamoste dema li ser siberoja jiyana xwe bifikire û wisa biçe dersê, wê nikaribe dersê bide. Di encama vê de wê siberojeke nifşên nû nemîne. Em dibînin gelek kes piştî xwendinê nikarin bên teyînkirin. Bêkar dibin. Ev bêhêvîtî ji bo civakê karesateke mezine.”
Hêjayî bibîr xistinê ye 13 roj li ser meha Tîrmehê re jî borî, Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê mûçeyê meha Hezîranê nedaye. Ti pêşbîniyek nayê kirin wê bê dayîn an na?
(eh)