Bi gihiştina zozanên Qendîlê re dîmenê çiya, befir, kaniyên avê û şînkatiyê ciwaniyek bêhempa dide hiş û dilê mirovan. Ya ji wê ciwantir jî dîmenê reşmal (kon), keriyên pez, ava ji bin keviyên berfê diherike û sadeyiya jiyana koçerên deverê ye ku çav jê têr nabe. Pêvajoya aştiyê jî atmosferek aram ji bo koçeran avakiriye û koçer bi rehetî karê xwe yê rojane dikin.
Têkildarî lawirvaniya li zozanan, rewşa deverê û nemana metirsiyê, koçerên li zozanên Melex û Xerendol yên Binarê Qendîlê ji ajansa mere axivîn.
Welatiyê bi navê Ezîz Ebdullah ku yek ji koçerên deverê ye û salane bi hatina havînê re berê xwe dide zozanên Binarê Qendîlê, got: “Hingî tê bîra min em bi karê lawirvaniyê ve mijulin. Salane bi hatina demsala havînê re em tên zozanan. Berê em bi hêstiran dihatin zozanan û em li çend cihek bi cih dibûn û herî dawî jî em dihatin Binarê Qendîlê.”

Ezîz Ebdullah da zanîn ku di salên dawî de rêyên zozanên Qendîlê hatine çêkirin û got: “Em niha tên van zozanan heta meha Tebax û Îlonê. Piştre jî em vedigerin. Li vê derê pez xwedî dikîn û debara xwe ya jiyanê dikîn. Li vê derê jiyankirin zehmete, lê ji ber lawirvaniyê pêwîste em werin. Niha wesayît hene û karê me asantir bûye.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Ezîz Ebdullah got: “Em li vêderê mast û penîr çêdikîn. Em piraniya şîrê pezê xwe dikin penîr. Em penîrê xwe dixin eyaran de heta payîzê. Dema em vedigerin gund li gel xwe dibîn, yê zêde difiroşîn, yê din jî ji bo xwarina xwe radikîn.”
Têkildarî pêvajoya aştiyê û bandora wê ya li ser rewşa deverê jî Ezîz Ebdullah got: “Salên borî bombebaran hebû, balafir li ser herêmê digeriyan, jiyana me zehmet û di metirsiyê de bû. Lê ji dema ku pêvajoya aştiyê despêkirî ve em jî rehet bûne û metirsî li ser me nemaye. Em li her cihê di nava aramiyê de ne.”
Jiyana koçeriyê ya li zozanan ger jin di nav de nebe nikare bê meşandin. Ji ber wê rolek mezin ya jinan heye. Yên herî zêde ked didin jinin.

Jina bi navê Rabî Mihemed di derbarê jiyana koçeriyê de got: “Em sibeha zû dirabîn, malê paqij dikin, karê nava malê dikin. Heta saet 10’ê em pez didoşin û nan çêdikin. Heta nîvro em bi kar ve mijûlin. Em mast û penîr çêdikin.”
Jina bi navê Fatma Ezîz jî li ser jiyana rojane got: “Piştî em ji xew radibin û karê malê temam dikin, şivan pez tînin û em diçin pez doşanê. Em heta êvarê bi karê malê ve mijulin. Jiyankirina li zozanan gelek xweşe, lê jiyana koçeriyê zehmete, kar zêde ye û girane. Lawirvanî zehmete, lê dilê me pê xweşe, ji ber ku em asûdene.”

Fatma Ezîz têkildarî bandora pêvajoya aştiyê ya li ser jiyana wan ya rojane jî got: “Niha ti metirsiyek li ser jiyana me nîne û şer sekiniye. Lê berê nerehetî û zehmet bû. Ev zozan dihatin bombebarankirin û jiyana koçeran di metirsiyê de bû. Lê ji dema despêkirina pêvajoya aştiyê ve rewş gelek arame.”
(kş)
