Li dukaneke biçûk a di nav bazara nahiyeya Sîrwanê de, Arselan bi dest û tiliyên xwe yên rojane karê pînekirinê ji bo pêlav û tûrikên kesên debara wan neyî dike. Wek bi xwe dibêje: “Rewşa xelkê ewqas girane, hinek mirov hene ku tên cem min, sê pîneyan li pêlavên xwe didin, bi du hezar dînarî mehekê pê îdare dikin.”
Pîneçîtî pîşeyeke ku tê de pêlav û cilûbergên kevin an jî yên hatîn bikaranîn çêdike. Her çend di salên borî de ev kar ber bi kêmbûnê ve çûbe jî, lê niha ji ber xirapbûna rewşa aboriya xelkê, ev kar careke din bazarekî gur jê re çêbûye.
Yek ji wan kesên ku karê pînecîtiyê dike Arselan San Ehmed ku li nahiyeya Sîrwan a ser bi parêzgeha Helebceyê dukanek xwe heye. Bi xwe wiha çîroka karkirina xwe dibêje: “Ji sala 1993'an heta îro ez bi berdewamî karê pînecîtiyê dikim. Karê hêsan nîne, karê min xweşe û dahateke kêm jê re pêwîste.”
Karê pînecîtî bi berdewamî bi lêdana bizmaran di binê pêlavan de û derziyan ji bo karê dirûn û teqekirinê tê karanîne. Ev jî ji bo kesê karê pînecîtî dike metirsiye. Arselan San Ehmed diyar kir ku karê wan hişyariya zêde pêwîst dike û wiha anî ziman: “Min tiliyeke xwe di vî karî de ji ber ku derzî tê re çûbû, birîneke giran wergirt.”
Di vî werzî de bazara pînecîtiyê kême, zêdetir di werza payîzê û dema vekirina dergehên navendên xwendinê de serdanek zêde çêdibe. Ev jî ji ber ku xelk debara wan kême û neçarin ji bo çêkirina pêlav û tûrikên xwendevanên xwe, berê xwe bidin pînekirinê. Li aliyê din, ji ber derengketina mûçeyan jî, jiyana xelkê niha pir xirabe, ji ber wê piraniya xelkê pêlavên xwe pîne dikin.
Arselan San Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di nav vê rewşa giran a jiyanê de çîrokên kesên kêm derfet li cem wî hene û behsa wê kir: “Xelk niha pêlavan gelek pîne dikin. Pêlava du sal beriya niha tînin pîne dikin. Bi du hezarî mehekê an du mehan îdare dikin, ji ber ku nikarin 25 hezaran bidin pêlaveke nû.”
(fk)
