Beriya nêzî du salan ango di 23'yê Tebaxa 2024'an de, du jinên rojnamevan ên wêrek û jêhatî Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, li ser rêya Seyidsadiq-Silêmaniyê di encama êrişeke bi drone ya dewleta Tirk a dagirker de hatin şehîdkirin. Bi boneya salvegera her du şehîdên Çapemeniya Azad, rojnamevan û çalakvanên mafên jinan ên li Silêmaniyê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.
‘Qetila her du jinên rojnamevan, nîşaneya gefên li ser jinane’
Çalakvana mafên jinan Şeyda Merûf di destpêka axaftina xwe diyar kir ku qetilkirina her du jinên rojnamevan nîşaneke zelal a gef û zextên li ser jinan û azadiya ramanê ye û got: “Bîranîna her du şehîdan ji bo jin û çalakvanan sedema xwe bihêztir kirin û têkoşîna xwe berdewam kirinê ye. Ji ber ku şehîdbûna wan nîşan da ku divê jin bêdeng nebin, pêwîste têkoşîn û mîrateya wan bi awayekî ciddîtir û bi kar û xebatek zêdetir berdewam bikin.“
’Astengiyên civakî yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya jinanin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Şeyda Merûf destnîşan kir astengiyên civakî dikarin bibin astengiyên herî mezin ên pêşiya jinan û wiha pê de çû: "Gava jineke rojnamevan digihîje asteke bilind û bi dengê xwe maf û azadiya jinan tîne ziman, bertekên civakê dikarin tundtir bibin. Jin wekî kesayet û mirov, rastî zext û astengiyan bê. Ji ber ku astengiyên civakî hîna yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya azadiya jinanin."
Şeyda Merûf rexneyên tund li aliyên ewlehiyê kir û got: “Mixabin tu aliyekî bi şêwazekî cidî erka parastina jinan negirtiye ser xwe. Di civakê de ew jinên ku bixwe xwedî têkoşîn û daxwazên azadiyê ne, pir caran di demekê de ku desthilatên siyasî û hikûmetan hêj gavên pêwîst ji bo dabînkirina parastineke rastîn û bibandor ji bo jinan neavêtin de, bixwe piştgirî û parêzertiya jinên din dikin.”
’Çareseriya pirsgirêkên jinan pêwîstî bi yekdengiyê heye’
Çalakvan Şeyda Merûf tekez kir ku çareseriya pirsgirêkên jinan tenê bi gavên kesane bi sernakeve, pêwîstî bi yekdengî û yekîtiya hemû jinan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin bigihîjin wê astê ku bi yek dengî bibêjin ‘na’, piştgiriya hevdu bikin û xelekeke hevpar û bihêz ava bikin. Ji ber ku tenê bi yekîtiyê dikarin dengê xwe bilind bikin.”
‘Her du rojnamevanan, tenê erka xwe ya pîşeyî bi cih dianî‘
Parêzvana mafên jinan Kejal Ebdulqadir li ser heman mijarê axivî û wiha anî ziman: “Gava teror rengê siyasî digire, xeterî û fikarên wê zêdetir dibin. Li gel vê yekê jî, her du rojnamevanan tenê erka xwe ya pîşeyî bi cih dianî, lê gava kar û çalakiyên rojnamevaniyê dibin mijarek siyasî, ev dibe sedema fikaran. Rojnamevan çîneke pêşeng û hişyar a civakê ne, ji ber ku bi xwe spartina li ser agahî û xwendinê, hewl didin rastiyan bibînin û peyam û dengê civakê bigihînin. Ji ber vê yekê, rojnamevan dikarin bibin armanca aliyên ku naxwaze rastî bên eşkere kirin.“
‘Ji bo astengkirina pêşveçûn û pêşengtiyê, jin tên hedef girtin‘
Li ser sedema hedef girtina jinan Kejal Ebdulqadir got: “Li Kurdistanê hedef girtina jinan xwedî du aliyane; ya yekem, hewldaneke ji bo astengkirina pêşveçûn û pêşengtiya jinane. Ji ber ku her civakeke ku jin tê de xwedî beşdariyeke pêşeng bin, ber bi pêş ve diçe. Ya duyem jî, hewldanek e ji bo dûrxistina jinan ji beşdariya siyasî ye.“
‘Qetilkirina rojnamevanan nîşaneya xemsariya dezgehên ewlehiyê ye‘
Kejal Ebdulqadir rexneyên tund li aliyên peywendîdar kir û xemsariya dezgehên ewlehiyê ya li hemberî parastina rojnamevanan wekî pirseke cidî bi nav kir. Kejal Ebdulqadir got: “Çawa dibe jinek ku tenê erka xwe ya rojnamevaniyê bi cih aniye, bi vî rengî bi hêsanî bibe armanca terorê yan jî êrişa droneyê? Ev rûdan nîşaneya xemsariyê ne û ger dezgehên ewlehiyê berpirsiyariya xwe bi cih neynin, tê wateya li dijî pêşveçûn, mirovahî û azadiya rojnamevaniyê ne.“
‘Pêwîste saziyên sivîl daxwaza lêpirsîna yasayî bikin‘
Di dawiya axaftina xwe de Kejal Ebdulqadir tekezî kir ku pêwîste yasayeke taybet ji bo parastina rojnamevanan û rûbirûbûna van sûcên wiha bê danîn, an jî ger yasa û rêzikên pêwîst hebin, divê bi şêwazekî cidî û bibandor bên bi cih anîn.“
(fk)


