https://rojnews.video/upload/videos/2026/06/FFFuY2Zdd3YIiJTrA8Vo_26_ca1d57ca0f5bd022a0b033bfc7d1f743_video_240p_converted.mp4

Li Qada Azadî (Sekoy Azadî) ya Silêmaniyê, ji aliyê Rêveberiya Çand û Hunerê ya Silêmaniyê ve, bi boneya 54’emîn salvegera koça dawî ya hunermendê navdarê Kurd Hesen Zîrek konserek lidar xist. Di konsere de hunermend Luqman Selîm, Karwanê Ney û Yasîn Mihemed stran gotin.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Çand û Hunerê ya Silêmaniyê Muhsîn Edîb têkildarî çalakiya bîranînê wiha got; “Îro salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Hesen Zîrek’e. Salvegera mezinekî ji elmasê yê me ye. Ji ber vê yekê, me wekî Rêveberiya Çand û Hunerê ya Silêmaniyê biryar da ku vê salvegerê bi konserekê pîroz bikin. Bi boneya salvegerê sê hunermend beşdarî konserê bûn û stranên Hesen Zîrek gotin.

Em hewl didin ku her sal vî hunermendê mezin û navdar bibîr bînin. Hesen Zîrek milkê her kesî ye. Hesen Zîrek dibistanek hunerî ye û hemû hunermend hez dikin stranên wî bibêjin. Erka hikûmetê ye ku bala xwe bide van hunermendan û wan bibîr bîne. Ji ber ku ew qirika gelekî ne û ew zindîtiya gelê xwe diparêzin."

Her wisa hunermend Karwanê Ney ku di konserê de stranên Hesen Zîrek got, hestên xwe bi van gotinan anî ziaman; “Mixabin, em zêdetir muzîk û stranên biyanî pêşkêş dikin, wan bi muzîka Kurdî re tevlihev dikin û hunermendên xwe paşguh dikin. Ez hêvî dikim ku Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê baş bisekine û kanal, malperên ragihandinê wê nehêle ku hunerek wisa li ser ekranên wan were weşandin. Hunera Kurdî pir watedare. Gotina stranên van hunermendan normale. Lê divê ew bi navê modernîteyê neyê xirabkirin an jî destkarî lê neyê kirin. Bila reseniya stranên Kurdî baş biparêzin.”

7 wêne
1 / 7

(wd)

https://rojnews.news/ku/dengek-nemir-ye-reseniya-hunera-kurdi-hesen-zirek/