Em di 12'emîn salvegera fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de ne ku li dijî Êzidiyan, ku yek ji civakên herî qedîm ên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ne, hatî kirin. Her çend "74 ferman" di hafizeya Êzidiyan de cih girtibe jî, komkujî û fermanên ku di seranserê dîrokê de li dijî Êzidiyan hatine kirin ne ji aliyê dîroknasan û ne jî ji aliyê akademîsyenan ve bi temamî nehatine zelalkirin. Ji ber vê yekê, rastire ku em ji hejmara 74'an, rêzefermanên ku di seranserê dîrokê de berdewam bûne fêm bikin.

Fermana 2014’an ji bo civaka Êzidî rê li ber encamên pir giran vekir ku heya niha jî bandora wan di hemû qadên jiyanê de berdewam dike. Ji ber lêkolînên pêwîst nehatine kirin ta niha jî amarên bi sedî sed ên encama fermanê ne zelalin. Bi qasî ku hatiye lêkolînkirin di fermanê de derdora 350 hezar kes neçar man ku ji Şengalê koçber bibin û berê xwe bidin Rojava, Başûrê Kurdistanê û welatên cuda yên Ewrûpayê. Bi hezaran kes di dema fermanê de bi awayeke komî an jî ferdî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qirkirin. Derdora 3000 zarok di van êrîşan bê dê û bav dimînin. Heya niha 89 gorên komî û 24 yên ferdî hatine tespîtkirin ku hestûyên bi hezaran kesî di nav de ne, lê eger heye di demên pêş de gorên nû yên komî û ferdî werin tespîtkirin. Her wiha di fermanê de derdora 6500 jin, keç û zarok jî bi destê DAIŞ’ê tên revandin. Heya niha derdora 3500 kes ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin lê çarenûsa derdora 3000 kesî hê jî nayê zanîn. Dibe di demên pêş de amarên nû werin tomarkirin, lê tiştê ku ev amar ji me re dibêjin ewe ku, ev jenosîdeke bêrehme ku armanc qirkirina civaka Êzidî û tinekirina baweriya Ezdatiyê bû.

Di 12. salvegera fermanê de du pirsên esasî li pêşberî me ne; ya yekemîn “Ew tiştê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê hat dagirkirin û qirkirin çi bû? Pirsa duyemîn jî “Di nav 12 salên dawî de Êzidî xwe ji kirasê fermanê çawa rizgar kirin û çawa pergaleke nû ya hebûnê ji bo xwe ava kirin. Di nav 12 salan de herikîna civaka Êzidî ji tunebûnê ber bi hebûnê ve, herikîna ji fermanê ber bi şoreşê ve, ji şoreşê ber bi Ronesansê ve çawa çêbû?

Ji ferman û talanê ber bi jiyan û hebûnê ve

Bê guman şikandina şûrê fermanê, rizgarkirina Şengalê, vegera gel û avakirina pergaleke nû ya hebûnê di encama bang û peyamên dîrokî yên Rêber Apo de pêşketin. Rêber Apo piştî fermanê yekser bang li civaka Êzidî kir ku vegerin Şengalê, pergala xwe ya parastin û rêveberinê pêşbixin. Çawa ku destwerdana gerîla ya di fermanê de pêşiya qirkirineke kûr girt, van bangên Rêber Apo jî ji bo civaka Êzîdî rê li ber avakirina pergaleke nû ya hebûnê vekir. Civaka Êzîdî bi vî awayî bersiv da êrişên li ser hebûna xwe. Di encam de, tevî astengiyên PDK’ê û polîtîkayên hêzên navneteweyî dîsa vegeriyan Şengalê, saziyên xwe yên demokratîk ava kirin û 12 salin li dijî her cûre êrişên leşkerî, siyasî û aborî yên li ser Şengalê û li dijî polîtîkayên şerê taybet rawestiyan, hebûna xwe parastin û pêş xistin. Di rastiyê de her çiqas nav lê nehatibe kirin jî "Şoreşa Şengalê" hat jiyîn. 12 sal; demeke pir kurt lê pir tije ku ji fermanê heta şoreşê, ji şoreşê heta Ronesansê dirêj dibe. Di heman demê de serdemeke ku ji me re vedibêje ku divê em Êzidiyan êdî ne tenê bi ferman û talanê bi bîr bînin, em êdî navê Êzidiyan bi jiyan û hebûnê bilind bikin.

Civaka Êzidî dîrokek nû ya hebûnê dinivîse

12 salên piştî fermanê ku beşek mezin a vê serdemê jî bi dorpêç û êrişên dijwar ên dewleta Tirk, PDK û Iraqê re derbas bû, ji bo Êzidiyan wekî pêvajoyeke pir dijwar û fêrker hat jiyîn. Civaka Êzidî êdî xwedî zanîn, ezmûn, amûrên rêxistinkirinê û bernameyeke civakî ye ku dikare guherîn û veguherîneke di asta Ronesansê de bijî. Êzidî ku di dîrokê de di nav civakên herî zêde hatine qirkirin de ne, di roja me ya îro de hewl didin ku cîhanê, jiyanê û hebûna xwe ji nû ve watedar bikin, bi parastina nasname û baweriya xwe re bi gelên herêmê û cîhanê re têkiliyan deynin, bi derbaskirina nakokiyên hundirîn yekitiya Êzidî pêş bixin û bi hêza siyaset û dîplomasiyê pirsgirêka statuya Şengalê çareser bikin. Di bingeha serkeftina van hemûyan de dixwazin dîroka fermanê derbas bikin û dîrokeke nû ya hebûnê binivîsin.

Civaka Êzidî dixwaze statuya Şengalê zelal bibe

Di nav dema borî de, banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk herî zêde bandor li Êzidiyan kir; jixwe Rêber Apo rasterast piştî destpêkirina pêvajoyê peyameke taybet ji civaka Êzidî re şand û got: "Êdî ji bo Êzidiyan serdema fermanan temam bûye, serdema Ronesansê dest pê kiriye." Civaka Êzidî niha hem bi ezmûn û pêşketina xwe ya 12 salan û hem jî bi hêza ku ji pêvajoya ku Rêber Apo dest pê kiriye digire, dixwaze statuya Şengalê zelal bike, hebûna azad a civaka Êzidî mîsoger bike û perspektîfeke nû ya paşerojê ava bike.

Divê Iraq jenosîda Êzidiyan qebûl bike

Tevî ku di ser fermanê re 12 sal derbas bûne û bi dehan welatên cîhanê fermana 2014’an weke jenosîd qebûl kirine jî, dewleta Iraqê heya niha biryarek wisa nedaye. Iraq hê jî rewşa Şengalê û hebûna civaka Êzidî di çarçoveya siyaseta teng û bi mantiqa leşkerî de dinirxîne û ev jî civaka Êzidî bi metirsiyên nû re rû bi rû dihêle. Ya rast, Iraq jî li ber fermana 2014’an berpirsyare, ji ber ku artêşa Iraqê civaka Êzidî neparast û Şengal di bin şûrê DAIŞ’ê de hişt. Iraq hem ji aliyê siyasî û civakî hem ji aliyê exlaqî û yasayî li hember civaka Êzidî sûcdar û berpirsyare. Êdî dem hatiye û derbas jî bûye ku Iraq jenosîda Êzidiyan qebûl bike, mafên civaka Êzidî yên xwe parastin û xwe rêvebirinê nas bike. Civaka Êzidî ji bo vê xwedî perspektîf û bernameyek stratejîke lê gelo di 12. salvegera fermanê de dewleta Iraqê amade ye ku van gavan bavêje? Biryar û tercîhên Iraqê wê ne tenê bandor li ser hebûna Êzidiyan, her wiha bandor li ser paşeroja Iraqê jî bike.