Bi boneya salvegera fetwaya cîhadî ya Xumeynî li dijî gelê Kurd a di 18’yê Tebaxa 1979’an de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye;
"18’yê Tebaxa 1979’an xala werçerxê bû di têkiliyên Kurdan bi Komara Îslamî re û roja derxistina fetwaya cîhadê li dijî gelê Kurd bû. Fetwayek ji bo tolhildana sîstematîk li dijî gelekî ku bi hişmendî û yekdengî ji referandûma Komara Îslamî re got na. Ew fetwaye ne ku biryareke ji nîşka ve bû. Belkû, ew pevçûna du paradîgmayên fikrî û siyasî bû. Ji aliyekî ve, ew nêrîna dagirkerî û totalîterîzmê bû ku hewl da avahiya desthilatdariyê jinûve şekil bide. Ji aliyê din ve, ew tevgera rizgariya Kurd bû ku îradeya rastîn ya gel ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn û yên gelên din yên li Îranê nîşan da.
Fetwaya 18’ê Tebaxê fermanek nû bû ji bo siyasetek baş-naskirî ku ji helwestek derketibû holê ku berê ji hêla rayedarên navendî ve di dema monarşiyê de li dijî netewa Kurd hatibû bikaranîn. Di Tebaxa 1979’an de, rejîma nû bi berdewamkirina siyaseta xwe ya înkar û hilweşandinê û bi êrişkirina ji erd û hewayê siyaseta xwe ya dagirkirina Kurdistanê dubare kir. Dagirkirina Komara Îslamî bi biryara Xumeynî di demekê de pêk hat ku netewa me li Rojhilatê Kurdistanê maf û daxwazên xwe yên rewa li ser bingeha beşdariya siyasî ya dadperwer û çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd dixwes ku ew bi awayekî demokratîk, bi rêya diyalog û danûstandinan pêş xist. Lê rayedarên Îranê nekarîn niyeta xwe ya dijminatiya li hember Kurdan veşêrin.
Di 18’yê Tebaxa 1979’an de, Xumeynî bi peyameke tund fetwayek li dijî gelê Kurd da. Ji aliyê siyasî û olî ve, bikaranîna têgeha cîhadê li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar ji bo her cûre tundiyê li dijî gelê Kurd rewa kir. Di roja yekem a fetwayê de, hêzên çekdar yên Îranê, bi taybetî jî Pasdarên Şoreşa Îslamî, bi çekên giran û piştgiriya hewayî ber bi bajarên Rojhilatê Kurdistanê ve ketin tevgerê.
Di destpêka êrişan de, bajarê Pawe û herêmên Hewraman rastî êrişê hatin û ji aliyê Pasdarên Şoreşê ve hatin dagirkirin. Di cih de piştî dagirkirina Pawe, Sadiq Xelxalî wekî hikumdarê Şerîetê gihişt herêmê û bi dehan welatî, di nav de birîndar, mamoste û bijîşk, li dadgeheke çolê gulebaran kirin. Piştî dagirkirina Pawe, êriş li bajarên din yên Kurdan, bi taybetî Sina, Merîwan, Seqiz û Mihabadê belav bûn. Piştî ku Pasdarên Şoreşê bajaran kontrol kirin, êrişî gundan kirin û welatiyên gundên Qarnê û Qelatanê qetil kirin.
Gelê Rojhilatê Kurdistanê li hember êrişa leşkerî û fermanên piştre ku bi hezaran welatî û çalakvanên Kurd gulebaran kirin, teslîm nebû. Berxwedana Kurdan nîşan da ku îradeya gelekî ji bo jiyan û azadiyê ji her ferman an êrişekê xurtire. Di vê rojê de, em xwîna bi neheqî rijandî ya ciwan, jin û welatiyên ku bûn qurbanî û navên wan di dîroka Kurdistanê de wekî şehîdên rêya azadiyê zindî man, bibîr tînin.
Berdewamiya heman siyaset û fetwaya Xumeynî li dijî netewa Kurd bi awayekî zelal di kuştina welatiyan, darvekirin, tepeserkirina çalakvanên sivîl û hedefgirtina sîstematîk a nasnameya Kurd de tê dîtin. Li hember vê siyasetê, erkê niha û dîrokî yê netewa me parastina yekîtiya netewî, xurtkirina piştgiriyê di navbera hemû netewên demokratîk de û li qada şerê têkoşîna sivîl û siyasî berxwedane. Têkoşîna me ji bo demokrasiyê, jiholêrakirina cudakariyê û bidestxistina mafên me, nemaze mafê çarenûsî, dê bi gavên ji her demê bihêztir heta bidawîbûna vê zêhniyet û desthilatdariya otorîter berdewam bike.
(wd)
