Di 15’yê Tebaxa 1984’an de, bi teqandina guleya yekem li deverên Dihê ya Sêrtê û Şemzînana Colemêrgê di bin pêşengtiya Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) de, qonaxek nû û biryardar di têkoşîna hemdem a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê de hate destpêkirin.
Ev bûyera dîrokî di wêjeya siyasî ya Kurdî de wekî "Pêngava 15’yê Tebaxê" an "Cejna Vejînê" tê zanîn. Ew ne tenê çalakiyek leşkerî ya klasîk bû; Ew serhildanek mezin a rewşenbîrî, civakî û siyasî bû ku tevahiya hevkêşeya herêmî guherand.
Çima dest pê kir û armanca wê çi bû?
Piştî darbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’an li Tirkiyeyê, sîstemeke zordar û hovane li ser tevahiya civakê hate ferzkirin. Mîrateya sûcên hovane yên li Hejmar 5 ya Zindana Amed, siyaseta tunekirina çandî, şêwandina dîrokê û înkara mutleq ya hebûna netewî ya Kurd, civaka Kurd di siya tirs, bêdengî û bêhêvîtîyeke kûr de hiştibû.
Pêngava 15’yê Tebaxê wekî bersiveke dîrokî ji bo vê bêdengiyê derket holê û ji bo afirandina baweriyê di nav gel de bû ku ew dikarin bi dagirkerî û sîstema zordar re rûbirû bimînin, daxuyaniyeke vekirî bû ku gelê Kurd zindî ye, berxwedêre û teslîmî zilmê nabe. Her wiha platformeke leşkerî û gelêrî ava dike da ku mafên rewa û bingehîn yên neteweyek bindest û tê înkarkirin biparêze.
Pêngava 15’yê Tebaxê çawa Kurd vejand?
Berî vê pêngavê, Kurd di bin zexteke giran de bûn ku ber bi windabûnê ve diçû. Heta radeyekê ku ziman, çand, cilûberg û navên Kurdî bi tevahî qedexe bûn. Pêngava 15’yê Tebaxê wekî kevirê bingehîn yê vejîna Kurdan tê dîtin. Ji ber vê yekê, guleya yekem ne tenê têkoşîn bû, lê şikandina dîwarê bêdengiyê yê li ser çand û nasnameya Kurdî hatibû ferzkirin jî bû.
Rêber Apo Pêngava 15’yê Tebaxê wekî bûyerek bi tevahî leşkerî an demkî nabîne. Di şûna wê de, Rêber Apo wê di çarçoveya felsefeya xwe de wekî "bazdanek diyalektîkî" û "teqînek hişmendiya netewî" binav dike. Li gorî dîtina Rêber Apo, 15’yê Tebaxê amûrek ji bo hebûna netewî bû, ne şerekî daîmî; Pêngava 15’yê Tebaxê neçariyeke dîrokî bû ku pêşî li tunekirina bi temamî ya Kurdan bigire.
Her çend guleya yekem guleyek li dijî bêdengî û koletiya derûnî ya di dilê takekesê Kurd de bû jî, Rêber Apo tekez dike ku têkoşîna çekdarî qet ne armanca dawî ye; Belkû têkoşîna çekdarî amûrek bûye ji bo îspatkirina hebûna Kurdan û neçarkirina pergalê bo naskirina siyasî.
PKK’ê karî veguherînek mezin a rewşenbîrî û psîkolojîk di dilê takekesê Kurd de bi afirîne. Pêngava 15’yê Tebaxê, gelê Kurd ji rewşa bêhêvîtiyê û qebûlkirina zilmê birin qonaxek têkoşîn, berxwedan û daxwaza mafan. Jin û ciwan bûne pişta vê şoreşê, gelek şiyar û zindî hate afirandin ku êdî astengiyên li pêşiya têkoşînê nasnake û bi nasnameya xwe ya resen serbilinde.
Gihiştiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Îro, piştî dehan salên têkoşînê, destkeftiyên Pêngava 15’yê Tebaxê bi berfirehî di qada siyasî ya Tirkiyeyê de xuya bûn. Bandorên vê têkoşînê ne tenê di qada çekdarî de sînordar bûn. Belkû, bingehek xurt ji bo avakirina tevgereke siyasî, sivîl û civakî ya bihêz danî.
Têkoşîna leşkerî û gelêrî ya berdewam rayedarên Tirkiyeyê neçar kir ku qebûl bikin pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî û tepeserkirinê çareser nabe. Vê rastiyê dewlet neçar kir ku were ser maseya danûstandinan û pêvajoya aştiyê destpê bike.
Berxwedana gel her wiha daxwazên ji armancên teng ber bi modelek civaka demokratîk ve pêş xist, ramana jiyana hevbeş û xweseriya demokratîk belav kir.
Lê gel van jî, zexta bênavber ya têkoşîna rewa, parlementoya Tirkiyeyê neçar kir ku cara yekem di dîrokê de li ser pirsgirêka Kurd nîqaş bike. Her çend gelek kêmasî hebin jî; lêbelê, divê ew qanûn û pakêtên reformê li ser mafên Kurdan qebûl bike û rewatiya qanûnî bîne nav pergala welat.
Rêber Apo di peyam û nirxandinên xwe de, bi taybetî di çarçoveya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de, tekezî li ser derbasbûna ji "têkoşîna çekdarî" bo "avakirina welatek demokratîk" dike. Ji ber vê yekê, di vê pêvajoyê de, siyaseta tundiyê û şerê çekdarî nikare bersiv bide û qels dimîne. Divê pêvajoya "entegrasyona demokratîk" û "komara demokratîk" li ser bingeha têkoşîna sivîl û siyasî destpê bike.
Weke encam; Pêngava 15’yê Tebaxê ji bersiveke destpêkê ya li dijî tepeserkirinê veguherî şoreşeke mezin a rewşenbîrî, civakî û netewî. Vê pêngava dîrokî, ne tenê piştgirî da domandina neteweya Kurd, belkû, dewleta ku li dijî wê ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî şer dikir qaneh kir ku bêyî misogerkirin û çareserkirina pêkanîna mafên Kurdan li Tirkiyeyê aramî çênabe.
Îro, ev pêngava dîrokî wekî kevirê bingehîn ê hemî destkeftiyên sivîl, siyasî û civakî yên ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û li seranserê Kurdistanê bi dest xistiye tê nivîsandin. 15’yê Tebaxê pêngavek bû ku hem Kurdan ji wêrankirinê vejand û hem jî rêya aştî, demokrasî û edaleta civakî bi temamî zelal kir.
(wd)
