Dîroka malbata Pêşewa Qazî Mihemed ne tenê rûpelek siyasî ye di dîroka Kurdistanê de. Berevajî vê, ew çîrokek qurbanîdan, têkoşîn û berdewamiya çandî ye, ku jinan rolek bêhempa di şekildan û domandina wê rêyê de lîstine. Di nav wan de Meryem Qazî, zaroka dawî û herî biçûk a Pêşawar Qazî Mihemed û diya wî Mîna hene.
Jinek di bin siya dîroka Komara Kurdistanê de; Meryem Qazî
Meryem Qazî di sala 1945’an de li Mihabadê, paytexta rewşenbîrî û çandî ya Mûkriyanê, di demekê de jidayik bû ku dîroka Kurdistanê di yek ji kêliyên xwe yên herî hesas de bû. Ango, tenê şeş meh berî ku Komara Kurdistanê bi fermî li Mihabadê were ragihandin.
Meryem Qazî ku hîn temenê wê tenê salek û nîv bû dema ku jiyana wê bi trajediyek mezin destpê kir. Bavê wê, Pêşewa Qazî Mihemed, di meha Adara 1947’ê de hate darvekirin. Ji wê gavê û pê ve, bîranîn, dîrok û êşa welat bi jiyana wê re tevlihev bûn û dema zaroktî û ciwantiya xwe di bin barekî kûr yê siyasî û netewî yê malbata xwe de derbas kir.
Wê xwendina xwe ya seretayî û navîn li Mihabadê temam kir. Bajarekî ku ne tenê cihê jidayikbûna wî bû, belkû ew beşek ji bîranînên wî yên dîrokî yên jiyana wê jî bû. Piştre ew çû Tehranê da ku xwendina xwe bidomîne û di warê wêjeyê de ji xwendina bilind mezûn bû. Ji bo ku peyv û wêje bibe beşek ji şêwaza jiyana wê, ku bi dîrokê re wekî çarenûsa gelê wê mezin bûbû.
Dengê jinan û têkoşîna ji bo wêjeya Kurdî; Meryem Qazî
Meryem Qazî yek ji wan jinên kêm pisporên wêjeyî bû ku bi perspektîfek zanistî û rexnegir ket cîhana nivîsandin û çîrokan. Wê bi fermî di sala 1950’yan de dest bi nivîsandinê kir. Bi berhem û çalakiyên xwe yên wêjeyî, wê karîbû tevgerek têkoşîn û rexnegir di wêjeya Kurdî de xurt bike.

Meryem Qazî heft salan wekî nivîskara sereke û darêjera bernameyan li kanala Mihabad TV xebitî. Her wiha ew bi salan rêvebera Desteya Wêjeyî ya Mihabadê bû û di perwerdekirina nifşek nû ya nivîskarên ciwan li Rojhilatê Kurdistanê de roleke girîng leyîst.
Piştî êrişa kîmyewî ya li ser Helebceyê, Meryem Qazî çîroka “Perjîn” nivîsand. Ev çîrok di kovara çandî ya Sirwe de hate weşandin, bû sembola hevgirtin û têkiliyên di navbera beşên cuda yên Kurdistanê de.
Meryem Qazî du pirtûkên çîrokan ên navdar jî hebûn ku cihê wê di çîrokên Kurdî de xurt kirin. Ya yekem "Hatina Hindir Qedexe ye” bû ku bi Farisî jî hate weşandin. Ya duyem jî "Zindî Binaxkirin" bû ku di bingeha xwe de kevneperestî û rewşa bindest a jinan bi tundî rexne dike.
Berî koça dawî bike, romanek bi navê "Ez ji Jiyana Xwe Hez Dikim" di çapê de bû. Wê her wiha şanoyek Dr. Qutbeddîn Sadiqî ji Farisî wergerandibû Kurdî û ji bo çapkirinê amade bû. Berhemên netemambûyî yên dawiya jiyana wê hîn jî berdewamiya rêya wê ya wêjeyî û hunerî nîşan didin.
Nivîsên Meryem Qazî li ser rewşa derûnî ya gelê Kurd di dema karesatan de disekinin. Pirsgirêka azadiya jinan û rizgarbûna ji qedexeyên civakî yên ku pêşveçûna wan asteng dikirin.
ji Mihabadê heta Germiyanê; Wesiyeta dawî ya Meryem Qazî
Piştî salan xizmeta berdewam a di warê çand û pirsgirêkên jinan de, Meryem Qazî bi nexweşiya pençeşêrê ket. Ji bo dermankirinê çû derveyî welat. Lê di dawiyê de di 5’ê Mijdara 2018’yan de li paytexta Ûrdinê, Emanê koça dawî kir.
Li ser wesiyeta wê, cenazeyê Meryem Qazî bi rêya Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê vegeriya Başûrê Kurdistanê. Li kêleka gora hevjînê wê ya Serdar Begê Caf ya li navçeya Kelar a Navenda Îdareya Germiyanê ya parêzgeha Silêmaniyê hate veşartin.
Bi vî awayî, jiyana Meryem Qazî li Mihabadê bi dîroka Kurdistanê destpê kir, li Kurdistanê bidawî bû. Lêbelê, berhem û xizmetên wê yên çandî û civakî di dîroka jinên Kurd de man.
Dibistanek hişmendiyê di dîroka rewşenbîrî ya Kurdistanê de; Meryem Qazî
Wekî zaroka dawîn a Pêşewa Qazî Mihemed, jiyan û berhemên Meryem Qazî di dîroka rewşenbîrî ya Kurdistanê de wek dibistanek hişmendiya wêjeyî man. Ew bawer dikir ku vegotina bûyerên dîrokî û veguherandina wan bo dersan di dibistanan de kokên nasnameya netewî ne û nahêlin ku ruhê gel di raman û dîrokê de winda bibe.
Bi pênûsa xwe, Meryem Qazî îspat kir ku jin dikarin bi çandina evîna ji bo ziman û çandê çiraya azadî û edaletê her tim pêxistî bihêlin. Her wiha ispar kir ku jin dikarin bi gotin, raman û berhemên xwe di dîroka rewşenbîrî ya Kurdistanê de ji xwe re cihekî bihêlin.
(wd)
