Di danê sibehê de bi pileya 3.9 û di kûrahiya 11 km de, li sînorê Çemçemalê erdhejek ku navenda wê gundê Qeratemor çêbû. Di dema erdhejê de hinek welatiyan ji bo hişyarkirina cîranên xwe gule berdan û di encamê de jinek birîndar bû.

Rêveberê Navenda Beşa Lezgîn ya Çemçemalê Mihemed Fetah, derbarê bûyera birîndarbûna jinekê li Çemçemalê de agahî belav kir.

Mihemed Fetah ragihand ku welatiyan di dema rûdana erdhejê de ji bo hişyarkirina hev du gule barandine, di encamê de jineke temenê wê li ser 50 salî bi guleyê birîndar bûye û demildest rakirine Nexweşxaneya Silêmaniyê.

Her wiha da zanîn ku heta niha rewşa tenduristiya birîndar başe û di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha gelek caran ji ber bêserûber û bê kontrol karanîna çekan ji aliyê welatiyan ve gelek kes bûne qurbanî. Taybet di bone û qelebalixiyan de bikaranîna çekê dibe sedema buyerên nexwestî û qurbanî çêdibin.

(fk)