Du çalakvanên jin ên Başûrê Kurdistanê têkildarî pêvajoya aştî ya di qonaxa niha de, erk û rola jinan ya ji bo pêşvebirina pêvajoyê û paratina statûya Kurdan ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.

Çalakvan Şatu Mihemed destpêkê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Ev gava ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avêtin gaveke pir kêfxweşe bi taybet piştî dehan sal a dagirkirin û qirkirina li hemberî Kurdan. Her çende di Çarçoveya Yasayê de kêmanî hebin, cihê rexnê ye. Ev yasa gaveke dilxweşkere ji bo pirsa Kurd. Ji ber ku dewleta Tirk li ser dîrokeke dirêj a dagirkerî û siyaseta ne edaletiyê hatiye avakirin. Guhrînên berbi çav di gavekê de nayê dîtin, belkî pêwîstî bi gav û pêngavên berdewam heye.”

Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî Şatu Mihemed ev anî ziman: “Yek ji gavên herî girîng a vê pêvajoyê jî ewe ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Tevî dîlgirtin û tecrîda bi salan a Rêber Apo jî têkiliya wî bi gelê Kurd re hatibû qutkirin. Dawiya dawî dewlet neçar ma ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê destpêkirin. Nîqaş û guftugo li gel Rêber Apo bê kirin. Dewleta Tirk gihişte wê yekê ku pirsa Kurd çareser neke, wê nikaribe berjewendiyên xwe biparêze û wê tine bibe.”

Çalakvan Şatu Mihemed herî dawî bal kişand ser erk û rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û wiha pêde çû: “Ji gava yekem a avabûna PKK’ê heta niha jinan erk û roleke mezin girtiye ser milê xwe. Destpêkirina pêvajoyê nabe sedem ku jin ji erk û têkoşînê dûr bikevin, berovajî erk û rola wê ya di perwerde û hişyarkirina civakê de zêdetir bibe. Eger ku jinan li çiya û bajaran bi erk û xebatên cuda rabûne, wê di qonaxa niha de jî di warê perwerde û parastina dîrokê û nasnameyê gelê xwe de karên girîng bike.”

Çalakvana Mafê Jinan Jîno Reşîd destnîşan kir ku gava yekem a vê pêvajoyê her çende biçûk jî be, kir ku bibe destpêkek ji bo gavên mezintir ji bo çareseriya pirsa Kurd û got: “Daxwazên gelê ji vê yekê mezintire ku bi yasayan hatiye sînordarkirin. Pirsa Kurd pirseke dîrokî û siyasî ye, pêwîste weke gelek xwedî nasname, çand û mafê xwe bê nasîn.”

Jîno Reşîd rexne li naveroka Çarçoveya Yasayê girt û wiha domand: “Çareseriya pirsa Kurd nabe bi azadkirina hejmareke girtiyên siyasî yan qebûlkirina Kurdan bê girtina dest. Divê hemû girtiyên siyasî bên azadkirin, rêveber û nûnerên Kurdan bikarin bi gelê xwe û pêkhateyên din re li nava Parlamantoya Tirkiye kar û têkoşînê bike.”

Çalakvana Mafê Jinan Jîno Reşîd têkildarî azadiya Rêber Apo jî ev got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji girîngtirîn xala pêvajoya aştiyê ye. Eger Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, nekare bi azad bi gelê xwe re rûne û nîqaş bike li ser pêvajo û yasayê; ew dem nabe gaveke temam û cidî, bawerî bi pêvajoyê nayê.”

Herî dawî Jîno Reşîd qala erk û rola jinan a di vê pêvajoyê de kir û wiha bilêv kir: “Di vê qonaxê de erkê jinan zêdetir bûye, pêwîste bi aktîftir ji bo pêşvebirina vê pêvajo û yasayê kar bike. Her wiha ji bo gavên cidîtir ji bo parastin û mafê gelê Kurd bên avêtin.”

(eh)