Atolyeya Şehîd Adil Mêrdîn ya ku di bin sêwana peymangeha Şehîd Kerîm Kato de dest bi xebatên xwe kir, niha li navendek taybet a girêdayî atoleya xwe xebatên xwe didin berdewam kirin. Ev atolye beriya salekê hat ava kirin di demek kin de gelek berhemên xweşik, bi nirx û bi wate xêz kirin. Bê guman ev serkeftin û pêşkeftina vê atolyeyê bala ciwanên wargehê kişand ser xwe û serlêdanên vê atoleyê zêde bûn.

Atolye ya Şehîd Adil Mêrdîn rûxmê bêderfetî û nûbûna xwe jî li ser daxwaz û xwesteka jinên ciwan ên ku berê xwe dana wan dest bi perwerda şêwekarî kirin. Niha 50-60 xwendevanên ku hemû jî jinên ciwan pêktên perwerdê li vê atolyeyê dibînin. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hîn bêhtir jinên ciwan dixwazin xwe di aliyê hunerê de pêşbixin û serkeftinan bi dest bixin.

Têkildarî perwerde ya ku li Atolyeya Şehîd Adil Mêrdîn tê dayîn Mamostaya Şêwekariyê, Hêvî Hilalî ji ajansa me re axivî.

‘Me bi pênç kesan destpê kir’

Mamosta Hêvî Hilalî diyar kir ku di wargehê de hunera şêwekarî gelek pêşketiye û wan ji xwestiye bibin çiqekê vê hunerê û wiha got: “Destpêkê me ji bo xwe pêşxistinê dest bi vê rêyê kir. Lê bi demê re dema me dît em di vê xebatê de pêşdikevin, me xwest em atoleyekê ava bikin û zarokên Mexmûrê pewerde bikin. Me bi pênç kesan destpê kir, em niha bi 50-60 xwendevan rêya xwe berdewam dikin. Netenê wênesazî di heman demê de em dixwazin xwe di aliyê peyker tiraşî, seramîk û pastek de jî pêşbixin ku em bikarin xwendevanên xwe perwerde bikin. Me atolyeya xwe bi navê şehîdekê vekir û em dixwazin her berhemek me pênaseya nirxên şehîdan bikin.”

‘Em bi şêwazê komîn xebatên xwe didin meşandin’

Mamosta Hêvî da xuya kirin ku wek mamosta herî kêm rojê 10 demjimêra kar dikin û piraniya demê xwe li atolyeyê derbas dikin û wiha pêde çû: “Me ne dixwest em niha perwerdê bidin destpê kirin. Ji ber ku em li atolyê nû bûn, me dixwest em hîn bêhtir di aliyê hunerî de xwe pêşbixin ku bikarin xwendevanan baş perwerde bikin. Lê ji ber ku gelek jinên ciwan serlêdana atolyeya me kirin, me li ser daxwaza wan dewreyek ya perwerdê vekir. Hem em xwe perwerde dikin, hem jî em xwendevanên xwe perwerde dikin. Em li vir 7 mamosta perwerde didin. Her hefte mamostayek me bi xwendevanan re mijûl dibe. Em bi şêwazê komîn xebatên xwe didin meşandin. Di rêvebirina atolye yê de jî em şêwazê komînê esas digirin ku her du meh carekê hevalekî me atolyê bi rêve dibe.”

‘Heta nefesek hebe hêviyek heye’

Mamosta Hêvî di dawiya gotinên xwe de bang li jinan kir û wiha got: “Hîn di zarokatiya xwe de min wêne xêz dikir. Wênexêzkirin ji bo min gerdûna xwe îfade kirinê ye û cihê ez xwe lê azad his dikime. Heta nefesek hebe hêviyek heye. Ji ber wê yekê jî divê kes xwe di odeyek tenê de nehêle. Her kes bi taybetî jî her jinek gerdûnek efsûnî ya cûda fikirinê ye. Li ser vê yekê jî hewldanê xwe pêşxistinê pêwîste. Ger hewldan hebe wê serkeftinek mezin be. Ez bang li jinan dikim ku ji bo jiyanek pêşketî hewldanên xwe mezintir bikin. Bi hunerê re mijûl bibin ji mal derbikevin û xwe pêşbixin. Jiyan tenê ne di malekê de mayîne, jiyan hewldan û xwe pêşxistine.”

5 wêne
1 / 5