Koma meşvanan a Hewrî berî çend mehan ji aliyê jinek ciwan ya bi navê Kewser Fatih ve bi armanca meşa peyatî hatiye avakirin. Hejmarek zêde ya jinan beşdarî komê bûne. Ev kom sibehan zû ber bi çiyayên Hewraman yên parêzgeha Helebceyê ve dimeşin.

Damezrênera Koma Hewrî, Kewser Fatih ku xelkê parêzgeha Helebceyê ye, li ser armanca avakirina komê ji ajansa me re axivî û got: “Armanca avakirina vê komê teşwîqkirina jinên Helebce ya ji bo werziş û giringîdana bi tendirustiya fîzîkî ye. Daku bikarin heftane ji malê derbikevin û bi peyatî bimeşin û sûdek fîzîkî û tendirustî ji werzişê wergirin. Em tenê roja şemiyê dimeşin. Di dema geştê de ji bo beşdarvanan xelat û diyarî tên amadekirin. Ew jî bi şêweyê pirsyar û bersiv di nava endamên komê de tê belavkirin.”

Kewser Fatih diyarkir ku piştgirî û heskirinek baş ji bo koma wan heye û got: “Heftane gelek jin ji bo tevlî meşê bibin peywendî bi me re dikin. Lê hejmara beşdarvanan sinordare, em nikarin hejmarek gelek zêde bi xwere bibin derve. Endamên komê sibehan di saet 06:00’an de dest bi meşê dikin û di saet 10:00’an de jî vedigerin malê.”

Her wiha Kewser Fatih eşkere kir ku keyfa jinan gelek ji vê koma meşê re têt û got: “Jin gelek dixwazin tevlî vê meşa komê bibin. Ji berku sûdek baş ji vê çalakiyê werdigrin. Di nava komê de ji temenên cûda jin têde beşdarin. Lê mercê tevlîbûnê divê di ser 15 saliyê re be.”

Jina bi navê Hemdiye Ezîz a bi temen ku ew jî tevlî koma meşvanan bûye, di derbarê giringiya meşê de got: “Ez ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustî tevlî vê komê bûme. Daku bi rêya meşê û çalakiyên fîzîkî giringiyê bi tendirustî û dilxweşiya xwe bidim.”

Hemdiye Ezîz diyar kir ku nexweşiya dil, şekir, tansiyon û rebo pêre heye û got: “Lê ji bo keyfxweşî û başkirina tendirustiya xwe ez tevli vê meşê dibim. Armanca min a tevlibûnê tenê parastina tendirustî û keyfxweşiya xwe ye. Em sibehan bi hevre derdikevin û demek xweş bi hevre derbas dikin.”

Jina bi navê Mijde Mihemed Elî jî endamek ya komê ye, got: “Ev cara yekeme tevlî vê komê dibim. Dixwazim sibehan zû derkevim û bi meşim. Meşa peyatî ji bo tendirustî û derûniyê gelek bi sûde. Hêvîdarin ku rojên meşê di nava hefteyê de bibe du roj. Daku jin bikarin zêdetir ji malê derkevin û bimeşin, çalakiyên fîzîkî pêkbînin.”

Endama koma meşvanan Afiye Elî jî got: “Tendirustiya min nebaşe, lê ev meşa sibehan sûdek baş gihandiye me. Meşa sibehan ji sedî 80’ê sûdê xwe yê fîzîkî heye, bi taybetî ji bo wan jinên kîloyên wan zêdeye û di malê de dimînin. Lê dikarin bi rêya vê çalakiyê kêmek ji jiyana xwe ya rojane dur bikevin û giringiyê bi tendirustiya xwe bidin.”

 Afiye Elî got: “Min xwest li gel endamên din yên komê sûd ji hewayê paqij û xwezayî yê deverên çiyayî wergirim. Bi taybetî ji hewayê qirêj û jîngeha qerebalix a nava bajêr hinek dûrbikevim.”

13 wêne
1 / 13

(kş)