Ji berê de di hemû qadan de rol û keda jinê cihek xwe yê diyar heye. Bi taybetî jî di warê huner û şanoyê de. Her çiqas di berê de gelek astengî li pêşiya jinan hebin jî, lê di roja me ya îro de karîne ta radeyekê wan astengiyan derbaskin û li ser dika şanoyê derkevin. Di derbarê mijarê de şanogerên jin yên Silêmaniyê ji ajansa me re axivîn.

Şanoger Şayî Mihemed da zanîn ku tevî kêmaniya rola jinan a di şanoya Kurdî de, lê tevlîbûna jinan xwedî giringiyek mezine. Şayî got: “Her şanoyek ku jin têde hebe, reng û bandorek xwe ya taybet heye. Ji berku ti çîrokek bêy amadebûna jinan temam nabe.”

Têkildarî astengiyên li pêş jinan jî Şayî Mihemed got: “Rêgiriyên civakê hîna jî bihêzin. Gelek malbat naxwazin keçên wan di şanoyan de cih bigrin. Lê em hewl didin ku wek şanoger cihê wan jinên ku derfet pê nehatine dayîn derkevin ser dika şanoyê jî bigirîn.”

Di dawiyê de jî Şayî Mihemed got: “Amadebûna jinê ya li ser dika şanoyê îşaretek zelal a ji bo azadî û hêza dengê jina ye. Ji berku bi rêya diyalog û pêşkêşkirina şanoyan dikarin peyam û dengê xwe bigihînin civakê.”

Xwendekara Beşa Şano ya Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê, Şano Aso jî li ser mijarê axivî û got: “Rêya şanoyê ji bo jinan hertim zehmet bûye. Lê rewşa niha li gor ya berê baştire û hejmara jinên lîstikvan jî zêdetir bûye.”

Şano Aso got ku berê zextên civakê, redkirina derdorê û malbatê rêgiriyek mezin bû, lê niha ew rêgirî ta radeyek kêmtir bûne.

Têkildarî tevlîbûna jinan ya ji bajarên din jî Şano Aso got: “Li gor min li Silêmaniyê hunera şano li gor cihên din zêdetir heye. Rolek sereke ya Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê di şikandina astengî û afirandina derfetên tevlîbûna jinan ya di şanoyê de, heye.”

Şano Aso diyarkir ku ew her sal şanoyek li ser rol û amadebûna jinan ya di şanoyê de pêşkêş dikin û îşaret bi çawaniya hatina jinan ya di qada şanoyê û guh nedana astengiyên derdorê dikin.

Di dawiya axaftina xwe de jî Şano Aso got: “Jin nîva civakê pêktînin, şanoyên ku jin têde beşdarin hîn zêdetir berûçavin û xwedî giranî ne. Bîner bi dîtina jinan ya di şanoyê de keyfxweş dibin. Ji berku sekinîna jinekê li ser dika şanoyê, sembola bihêziyê ye.”

(kş)