Bihabûna sotemeniyê û kêmbûna elektrîk û avê bargiraniyek li ser welatiyan, bi taybetî li ser jinan, çêkiriye. Jinên niştecihên taxên Silêmaniyê li ser vê yekê ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.

Nîşteciha taxa Çiwarbax ya Silêmaniyê Pîroze Elî têkildarî mijarê wiha got; "Em neçarin ku benzînê bi bihayên bilind bikirin û me ji bo bitlekê gazê 25,000 heta 30,000 dînar daye. Elektrîka me ya hikûmetê tê qutkirin û jenerator tê vekirin, ku ev yek ji bo me gelek pirsgirêk çêkiriye. Bi awayekî germahî pir zêde ye û malbatên bi zarokên biçûk hene. Ji aliyekî din ve, mûçe nayên dayîn û emê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû bimînin.”

Her wisa nîştecihek din ya heman taxê Nêrgiz Şerîf jî nêrînên xwe wiha anî ziman; "Dema ku şer destpê dike, ew zû dibêjin ku gaz tune ye û gazê bihatir dikin. Kesên ku xwediyê gazê ne bersiva telefonên me nade. Carnan nêzîkî mehekê gaz tune ye. Lê her 16 rojan carekê bitleke gazê ji me re pêwîste. Gelek caran jî em neçar dibîn, bitlekê gazê ji cîranên xwe deyn bikin.”

Nêrgiz Şerîf, ji bilî pirsgirêka gazê, behsa hebûna pirsgirêkên elektrîkê kir û wiha domand; “Elektrîka me ya netewî xirabe û kême. Li şûna wê jenerator dixebite. Lê ev barekî girane li ser me û divê em du caran pereyê elektrîkê bidin.”

Bihayê zêde yê pêdiviyên rojane barekî dine ku welatî pê re rûbirû dimînin. Nêrgiz di vê derbarê de wiha got; "Kîloyek mirîşk bûye 4,500 û kîloyek goşt jî bûye 26,000 dînar. Ev barekî girane li ser malbatan û ew nikarin bikirin.”

Her wisa jina kêmendam a binavê Nezîre Hesen ku nişteciha taxa Wilûbe ya Silêmaniyê ye, behsa zêdebûna bihayê sotemenî û pêdiviyên rojane dike û wiha axivî; “Mûçe di wextê xwe de nayên, dereng dimînin û sotemenî bihatir bûye. Firoşkarê gazê rojê du caran dihat kolana me. Lê niha em telefon dikin û ew bersivê nadin. Gaz, elektrîk û av li cem me tune ye. Niha elektrîkê qut dikin û di vê germe de çend demjimêran elektrîk nayê.”

Pirsgirêkek din a elektrîkê ku welatiyan pê re rûbirû dimînin, qutkirina elektrîkê ji ber nedayîna fatûreyên elektrîkê ye. Nezîre Hesen got; “160 hezar fatûraya elektrîkê ji me re hatiye û hikûmetê elektrîka me qut kir û du rojan nehat. Êdî em neçar man ku ji malê derkevin.

Her wisa têkildarî zêdebûna bihayê sotemeniyê ku bandorek mezin li ser welatiyan kiriye wiha axivî; “Bihayê benzînê jî zêde bûye. Hevserê min çûye benzînxaneyê û ji bo wergirtina benzînê bi saetan di dora benzînê de maye. Bihayê benzînê gelek girane û ji bo me bargiraniyek zêde çêkiriye.”

Herî dawî Nezîre Hesen bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku mûçeyên wan di wextê xwe de bidin û dereng nemînin û wiha got; “Ji ber ku em bi mûçeyan ve girêdayî ne: Ez kesek astengdarim û hevserê min dixebite. Rojekê karê wî heye û rojekê jî na. Ger ew mûçeyê min nedin, wê rewşa me ya jiyanê gelek dijwar û zehmet be.”

(wd)