Li gel rawestandina şer û vekişîna gerîlayan ji deverên pevçûnê, gundiyên Behdînanê hêvî dikirin ku vegerin ser mal û milkên xwe. Ji ber vê yekê, her roj dema ku welatî dixwazin vegerin gundên xwe, rastî astengî û zilma artêşa Tirk tên. Artêşa Tirk tevî pêvajoya çareseriyê jî, hîn dev ji dagirkirina Behdînanê bernedaye û zêdetir rê û baregehên xwe li Behdînanê çêdikin, daristan û şinatiya herêmê qir dikin. Her wisa rojane çavên xwe li xelkê deverê sor dikin, gefan li xelkê dixwin û ji ser mal û milkên wan derdixin.
Niha ku demsala gihiştina berhemên çandiniyê ye û dema çinîna berhemên havînê ye, welatiyên ku dixwazin vegerin nav zevî û baxçeyên xwe rastî astengiyên giran yên hêzên ewlehiyê yên PDK tên.
Li gel astengî û dagirkeriyên dewleta Tirk, hêzên ewlehiyê yên PDK’ê li xala kontrolê ya gundê Kanê yê li quntarên Çiyayê Gare pergalek hişk tê bikaranîn.
Hêzên ewlehiyê destûrê didin welatiyên deverê tenê di rojê de serdana gund û baxçeyên xwe bikin. Lêbelê, ew tevger û mayîna êvar û şevê bi tevahî qedexe dikin û hêzên ewlehiyê yên PDK’ê destûrê nadin ku kes bi şev li gund û malên xwe bimîne.
Hinceta hêzên PDK'ê ewe ku şev li van gundan mayîn ji bo jiyana wan xetere ye û ev tedbîr tenê ji bo "parastina jiyana welatiyanin". Lê belê, niştecihên herêmê vê hincetê nerast dibînin û israr dikin ku armanc tenê ewe ku herêm bi tevahî bêmirov bimîne û bi tevahî ji bo artêşa Tirk were valakirin.
Gundiyên Behdînanê ji ajansa me Rojnews’ê re gotin ku ew ji ber nêzîkatiya artêşa Tirk û hêzên ewlehiyê yên PDK'ê bifikarin û dibêjin: "Niha nahêlin em vegerin gundên xwe û dema ku vedigerin, nahêlin em şev li wir bimînin. Niha wan herêma me veguherandiye girtîgehek vekirî ya bi Tirkiye û PDK'ê re."
Gundiyên Behdînanê dibêjin ku her çi tiştê artêşa Tirk û PDK dibêjin, ew hincetin û tenê armanca wan ewe ku rê li ber mirovan bigirin ku careke din li ser axa xwe jiyaneke mayîn de destpê bikin. Ji ber vê yekê, dorpêça ewlehiyê ya dualî vegera mayînde ji bo gundên Bergare û deverên din ne gengaz kiriye.
Yek ji kesayetên gundekê Gare têkildarî mijarê ji ajansa me re piştrast kir ku artêşa Tirk her roj bi zehmetiyek mezin destûrê dide gundiyan ku vegerin ser milkên xwe û got; “Dema ku destûrê didin wan, gelek şert û tedbîran datînin. Gelek caran gundiyan digirin û êşkence dikin. Tiştê ku artêşa Tirk niha dike, Enfaleke dine ku Sedam Hisên dikir.”
Artêşa Tirk ne tenê mal û milkên cotkaran wêran kiriye; ew berhemên cotkaran talan dikin, fêkiyên tirî, hejîr, gûz, her wisa bacan û berhemên din ji baxçeyên wan dibin Tirkiyeyê û tu gundî nikare nerazîbûnê nîşan bide. Yan dê wî/wê bigirin an jî careke din nehêlin ew vegere gundê xwe.
Niha rewş wisa ye ku gundî nikarin vegerin milk, baxçe û zeviyên xwe. Dema ku ew vedigerin, ew rojê di bin çavdêriya ewlehiyê ya tund de derbas dikin û divê di saet 4-5 êvarê de vegerin û kes bi şev li gundan namîne.
Ev dorpêçkirin û çavdêriya tund bûye sedem ku gundiyên Behdînanê di mal û milkên xwe de bibin xerîb. Mirov ji aliyê artêşa Tirk û hêzên PDK'ê ve ji welatê xwe hatine derxistin. Vegera wan qedexe ye an jî di bin siya tirs û mirinê de diçin û tên.