Kargeha Salçe ya Şarezûr yek ji kargehên kargehên salçeyê çêdike dikeve sînorê parêzgeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê. Salane berhemek zêde ya salçeyê dixe bazara Herêma Kurdistan û Iraqê. Beşek din jî hinardeyî welatên Ewropa û Ereban dike.

Rêveberê Kargeha Salçe ya Şarezûr Casim Mihemed ji ajansa me Rojnewsê re qala kar û xebatên xwe kir.

Casim Mihemed anî ziman ku sala borî piranî xelkê berê xwe dan Kargeha Salçe ya Şarezûr û got: “Ev kargeh berhemên navxwe ya xwemalî çêdike. Ev yek jî bû sedem ku em kargeha xwe mezintir bikin. Di heman demê de jî zêdetir bacanan ji cotyaran bigrin û zêdetir salçeyê çêbikîn.”

 Casim Mihemed diyar kir ku wê hefteya bê dest bi girtina bacanên sor ji cotyaran bike û wiha pêde çû: “Kargeha me xwedî kapasîteyeke ku dikare di saetê de 15 ton bacan bacan bi nirxeke bi dilê cotyaran bikire.”

Li vê kargehê li gel girtina bacanan di saetekê de 6 hezar qotî ku giraniya wê 800 grame tê hilberîn.

Casim Mihemed qala wergirtin û şêwazê amadekirina salçeyê kir û wiha pêde çû: “Bi sê kom kar dikîn. Bi qasî 3-4 mehan dikarîn bacanan bigrîn. Destpêka çêkirina salçeyê rêjeya şiliya wê 40, piştre digihêje 24-28’an. Ev rêje jî standarta cîhanê ye.”

Casim Mihemed rexne li hikûmetê girt ku ti alîkarî bi wan re nake di mijara firotina berhemên navxwe de û got: “Pilana me heye ku rêjeya berhemanînê zêde bikin ku xwe bigihînin hemû bazarên Iraqê. Niha em hinardeyî beşek ji Iraqê dikin. Em salçeyê hinardeyî 9 welatên Ewropa û Ereban dikin. Welatên ku derve salçe çêdikin, sarincên wan hene didanin hundir û diparêzin. Ji bo biparêzin dermanê ku xirab nebin bikar tîne, ev derman jî rê li ber nexweşiya penceşêrê vedike. Lê em salçeya xwe tenê xwê dixin nav, ev jî ti ziyana wê ji bo mirovan nîne. Tam û rengê wê bi temamî Kurdî ye.”

6 wêne
1 / 6

(eh)