Ji sala 2014’an ve Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê mûçeyên karmend û mamosteyan di dema xwe de nade, vê jî bareke giran a jiyanê xistiye ser malbatên wan. Karmendên Helebce têkildarî paşketin û derengdayîna mûçeyan ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.

Jina bi navê Şehên Ehmed diyar kir ku eger mûçe di dema xwe de bê dayîn nîv jiynî nîv mirî wê derbas bikin û got: “Her du mehan carekê mûçe tê dayîn. Ev jî ne jiyîne. Di vê Havîna germ de yek varêl neft 280 hezar dînare. Di dema werza Zivistanê de wê çend qatê wê girantir bibe. Mirov wê çawa bi ewqasî deyn re bijî. Zarokeke min a nexweş heye, mehê 300 hezar dînar didim pêwîstî û dermanên wê. Mûçe têra çi bike çi neke. Ev mûçeyê niha bigirim divê bidim deynê dikan û dermanan. Heta êvarî 100 hezar ji bo min namîne. Niha çawa bijîm.”

Welatiyê bi navê Aram Mihemed anî ziman ku rewşa hemû karmendan pir xirabe û wiha domand: “Piranî xelk kirêdare û piştî 55 rojan mûçe tê girtin, ew jî dibe heqê deyn û dermanan. Niha nexweşxaneyên hikûmî derman têde nemaye. Divê niha hemû xelk berê xwe bidin nexweşxaneyên taybet. Derman hemû bi neçarî ji derve tê kirîn. Ev yek jî bargiraniyeke li ser barê jiyana xelkê. Mûçe têra jiyana me ya rojane nake.”

Jina bi navê Mehbûbe Ehmed bal kişand ku mûçeyê niha digire wê hemû bide heqê deynê berê û got: “Tiştek ji bo me namîne. Keçeke min nexweş heye, derman ji bo wê dikirim. Beşek zêde ya mûçeyê min ji bo kirîna dermanên wê diçe. Eger mûçe di dema wê de bê dayîn, emê pêwîstiyên xwe bistînin. Xelk bi temamî aciz bûye. Eger mûçe di dema xwe de bê dayîn, wê pêwîstiyên xelkê di dema xwe de bê dabînkirin. Jiyana xelkê pir nexweş bûye. Ciwan bêkarin. Mamosteyên zanîngehê karkeriyê dikin. Ji ber hatin û nehatina mûçe xelk pir nerehetin.”
(eh)
